AŞTÎ EHMED/ROJNEWS
Pisporê meydana ziman û mamosteyê zanîngehê Îsmaîl Hacî Zelemî diyar kir ku çapemeniya Kurdî di parastina zaravayên Kurdî de bi roleke xerab rabûye û got; “MED TV yekem televizyona Kurdî ya giringî dayî zaravayên Kurdî û Hewramî ye.”
Mamostayê zanîngehê û pisporê meydana zimên û wêjeya Kurdî, Îsmaîl Hacî Zelemî der barê giringiya zarava û wêjeya Kurdî di çapemeniyên Kurdî de axivî. Îsmaîl Hacî Zelemî diyar kir ku çapemeniya Kurdî di parastina zaravayên Kurdî de weke tê xwestin bi rola xwe ranebûne.
Îsmaîl Hacî Zelemî bal kişand ser giringîpêdana çapemeniya Kurdî bi zaravayê Hewramî û got; “Ragihandina Kurdî di parastina zaravayên Kurdî de bi roleke xerab rabû. Belê MED TV yekem televizyona Kurdî bûye ku di dema xwe de giringî daye zaravayên Kurdî. Zimanê Kurdî tenê ji yek şêwe û zarava pêk nehatiye. Ji gelek şêwe û zaravayan pêkhatiye. MED TV bi van zaravayan bername pêşkêş dikirin.”
‘Li Başûr çapemenî ziman û siyaseta hizban e’
Der barê rola çapemeniyê li Başûrê Kurdistanê di cihdayîna zaravayên Kurdî de jî, Îsmaîl Hacî Zelemî got; “Li Başûrê Kurdistanê ji ber ku saziyên çapemeniyê bûne ziman û siyaseta hizban, ji parastin û cihdayîna zarava û parastina wan dûr ketine. Niha ti giringiyekê nadin bi zaravayên Kurdî. Ji ber ku çapemenî di xizmeta hizban de dixebite. Zaravayê bi kar tînin jî, ew e ku xizmetê ji bo hizba wan dike.”
Li ser parastina zaravayên Kurdî jî, Îsmaîl Hacî Zelemî got; “Nabe di çapemeniyê de giringî bi zaraveyekî bê dayîn û yekî din jî bê paşguh xistin. Bi taybetî jî zaravayê Hewramî. Çapemeniyên Bakur û Rojavayê Kurdistanê heta astekê giringiyê didin bi zaravayê Hewramî. Divê li Başûr jî çapemenî ji bo giringî dayîna zaravayê Hewramî bername deynin û li ser xebatê bikin.”