NEJBÎR OSMAN/ANHA/DÊRIK
Çapxaneya Herekol gaveke dîrokî ye û heta niha zêdetirî 3 milyon pirtûk û gelek meteryalên xwendinê jî di nav de, berhemên nivîskî çap kirine.
Ji destpêka derketina tîp û nivîsandinê, lêgerînên mirovahiyê yên belgekirina berhemên zanyarî her tim zindî ye. Çapkirin jî di dîroka mirovahiyê de dîrokeke zanistî ya mezin bi xwe re anî.
Li ser asta Sûriyê jî ji ber polîtîka rejîma Baas a Sûriyê tenê li paytexta wê Şamê û li hinek parêzgehan çapxane hebûn. Bi şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyeyê re û îlankirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re di aliyê çapkirine de pêşketineke mezin çêbû.
Li Rojava û Bakurê Sûriyê çapxaneya Herekol a herêma Dêrikê ya girêdayî kantona Qamişloyê ya herêma Cizîrê, çapxaneya herî mezin e û aliyê zanistî de desketiyeke mezin e.
Desteya Diravî ya kantona Cizîrê li ser navê Fermandar Hisên Şawîş (Herekol) ev çapxane vekir. Ev bûye salek ku çapxanê dest bi kar kiriye û bi awayekî fermî di 20ʹê Tîrmehê de di salvegera şehadeta fermandar Herekol de hat vekirin.
51 karker li çapxanê dixebitin. Ji despêka ku dest bi kar kiriye heta niha zêdetirî 3 milyon pirtûkî çap kirine. Niha jî girîngî dide bi materyalên xwendine. Her wiha kovar, rojname, pirtûkên çandî û fikrî û pirtûkên rewşenbîran û helbestvanan çap kirin.
Civak fermandar Herekol jibîr nake
Cîgira Mudurê çapxaneya Herekolê, Eylem Elî anî ziman ku Şehîd Herekol girîngiyeke mezin dida êş û zilma ku gel dîtiye û ew ne tenê fermandar bû ew wêjevan û mamosteyekî mezin ê civakê bû.
Eylem Elî got, çapxaneya Herekol wê bibe ciyê herikîna fikir û zanebûnê.
Ji bo çapxane nesekine, tedbîr hatiye girtin
Berpirsên çapxaneya Herekolê anî ziman ku herêm di dorpêçê de ye û wan bi mîqdareke mezin hibir û pel peyde kiriye.
Her wiha berpirsê çapxaneyê Elai Tacdîn got, ew her tim tedbîra alavên çapxaneyê digrin û hay ji vê yekê hene.