Ev gav ji aliyekî ve gelên Rojavayê Kurdistanê bi Kurd, Ereb, Suryanan dilgeş dike, ji aliyekî din ve kesên û hêzên neqenc dilreş dike. Ev dilreşî, mertirsiya herî mezin ya li ser Rojavaya Kurdistanê ye. Li ser rêveberiya gelan a Kantonên Rojavayê Kurdistan çar cihê metirsiyê hene.

Îro hem ji aliyê Rejîma Sûriyê, hem ji aliyê komên çeteyên radîkal êrîş li ser Kantonan hene. Ev êrîş xwe dispêre nîjadperestiya Ereb. Komên DAIŞ/Cephet El Nusra, Cepheya Îslamî, Ehrar El Şam hwd. xwe dispêrin Ereb û mezhebê yê Sunî. Cihê ev kom lê dibin desthilatdar, herêmên ji gelên ne Ereb didin valakirin e û lê siyaseteke erebkirine didin meşandin.  Rejîma Sûriyê ji ber lewaz bûye heta niha helwestek eşkere nîşanî rêveberiyê Kantonên Rojavaya Kurdistanê nedaye, lê tê zanîn rejîma Esad heta niha hêj li ser bingeha Komara Sûriyeya Erebî hebûna xwe didomîne û amade nîne guhertinek di vê mijarê de bike. Hem komên El Qaîde, hem yên Artêşa Azad û hem jî rejîma Sûriyê li ser bingeha nîjadperestiya Ereb hebûna xwe didomînin. Ev nîjadperestî wê bikaribe guhertinek di xwe de ava bike û hebûna Rojavayê Kurdistan qebûl bike, cihê metirsiyê ye.
Ji aliyekî din ve welatên herêmê wek Tirkiyê, Iraq, PDK (wek beşek ji Başûrê Kurdistan), Îran heta niha helwestên neyînî nîşan dan. Dewleta Tirk û desthilatiya AKP’ê hebûna Rojava wek xeta xwe ya sor nîşandabû. Dijberiya dewleta Tirk û PDK-I ya li dijî desketiyên Rojavayê Kurdistan wek stratejiyeke herdu aliyane. Di rewşa niha de mirov nikare bêje ka gelo Tirkiyê siyaseta PDK-I diyar dike, ya PDK-I siyaseta dewleta Tirk diyar dike. Lê ya tê xuya kirin herdu alî jî bi yek stratejiyê tevdigerin. Iraq a di bin desthilatiya Nûrî Malîkî’de heta niha ne erênî ne jî neyînî helwestek nîşan nedaye. Lê xuya ye Iraq li gora siyaseta Îran wê tevbigere.
Îro mirov dikare bêje Îran hem siyaseta Sûriyê hem jî ya Iraq’ê tayîn dike. Helwesta Îran li beramberî Rojava wê siyaseta Sûriyê jî diyar bike. Îran dixwaze Rojava hebûna rejîma Esad qebûl bike û li gora wê bi taybet Kurd di eniya Esad de cihê bigrin. Yanî di wateyekî din de, Îran siyaseta Kurdan ya xeta sêyemîn qebûl nake. Lê siyaseta Kurdan a xeta sêyem ji dijîtiya rejîmê baştir dibîne û li gora wê siyasetek birêve dibe. Ger mirov pênaseyekê bike, ne hebûna Rojava qebûl bike, ne jî aşkera dijberiya wê bike. Ew siyaseta dijitî û metirsiya dewlet û hêzên herêmê li ser Kantonên Rojavayê Kurdistan zêde dike.    
Îro ne DYA û hevkarên wê Yekîtiya Ewropa, ne jî Rusya desketiyên demokratik ên  gelên Rojavayê Kurdistan qebûl kirine. Siyaseta DYA ya li dijî Kurdan diyar bûye, DYA Kurdên ne li gora berjewendiyê wê be, ji nedîtî ve tê. Ev siyaseta DYA ya li Rojava di aliyekî de eşkere bû. Yekîtiya Ewropa ku pirr qala demokrasî, azadî û wekheviyê dike, heta niha Kantonên li ser bingeha jiyana hevbeş û yekîtiya gelan pêk hatiye ji nedîtî ve tê. Her çend Rusya bi Kurdan re hevdîtinan dike jî, lê armaca vê siyasetê bi taybet Kurdan wek hêzek ji dijîtiya rejîma Esad derxe tevdigere. Nêzîkatiyek stratejîk ji bo Rojavayê Kurdistan heta niha diyar nekiriye. Wan hêzan wek çawa li Lozanê Kurdan kirin, qurbana berjewendiyên xwe, îro ev metirsî hêj didome.
Li Rojhilata Navîn sîstemek nû tê avakirin û ev sîstem xwe dispêre Neteweya Demokratîk. Neteweya Demokratîk xwe dispêre pirr rengiya civakê û parvekirina bi dadwerî. Ceribandina sîstema Kantonên Rojava jî çiqasa dibin mertirsiyên gelek hêzan de be jî, xwe wek sîstemek nû ava dike û ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn dibe mînak.


AZÎZ KOYLUOGLU/QAMIŞLO