Boksor û nivîskar

Çerxa Felekê wekî pirtûkeke çîrokan ji aliyê Dînçer Çankaya ve hatiye nivîsandin. Çankaya sala 1978’an li Agirî hatiye dinê, Zanîngeha Ataturk xilas kiriye, sala 2000’î pirtûka wî ya yekemîn bi Tirkî hatiye weşandin, dûre berê xwe daye Kurdî. Yek  taybetiyên wî jî ew e ku ew boksorek e û di boksoriyê de li Tirkiye û Ewrûpayê bûye şampiyon, niha li Agiriyê mamostetiyê dike.

Kiteba Dincer Çankaya ya bi nave “Çerxa Felekê” ji 8 çîrokan pek tê. “Dijminên Şopdar û Derfet Geriyayî”, “Şîna Oxur Kaymaz”, “Çerxa Felekê”, “Berf jî dikeve ser zinaran”, “ Çend name ji xalî min î Celal Aydin re”, Mele Şerabvexwir”, “Evîn, êş, çend pirsên gerdûna bêbext” û “Koçberiya mirinê” navê çîrokan in. 

Dinçer Çankaya, bi van çirokan carinan xwendevan dibe ser şîna Uxur Kaymaz, carinan dibe cem meleyekî şerabvexwir û teva bi çerxa felekê ve girê dide.

- Çerxa Felekê / Dînçer Çankaya / Çîrok / 62 rûpel / 2015


Risteya Janê û evîna yêzdanî

Risteya Janê pirtûka helbestan a Berham Mîrzo ye. Di pirtûkê de di ser 50’î re helbest hene. Nivîskar Fêrgîn Melîk Aykoç ji bo pirtûkê wisa gotiye, “Helbestên Berham Mîrzo giyana min li hespê Gola Sîtilan siwar kirin, ez birim geliyê evîna yêzdanî ya Siyabend û Xecê, bi razên ejderhayê Gola Wanê re ez gihandim Tujpaya Xaldiyan. Li kêleka Tujpayê ez danîm ser baskên bazên dîroka veşartî, birim, êşa Şengalê re ronrim darivand dilê min. Bi lehengiya şêrên Kobanî re anor û serbilindiya gelê me bi min da çêştandin. Bi xweşikiya kevokên aştiyê re ez li benda helbestên nû hiştim.”

- Risteya Janê / Berham Mîrzo /Helbest /128 rûpel / 2015


“Fabl bi kurdî xweş in”

Pirtûka “Fabl bi kurdî xweş in, çi hebû çi tune bû” pirtûka Mehmet Akar e. Fablên La Fontaine ji Tirkî ji bo Kurdî hatine wergerandin û hin fablên ku li nav Kurdan têne gotin jî ew jî lê hatine zêdekirin. Pirtûk bi vî awayî ji bo weşanê hatiye amadekirin. Mehmet Akar fablên xwe li aliyê derdora Semsûrê berhev kirine.

- Fabl bi kurdî xweş in / Mehmet Akar / Folklor / 2015


Kendal û Tehcîra Ermenan

Pirtûka din a Mehmet Akar “Kendal” e. Her çiqas navê romanê li pirtûkê hatiye kirin jî “Kendal” çîrokeke dirêj e û li ser tehcîra Ermenan e. Di çîrokê de, qala koçberiya malbateke Ermen tê kirin ku koçberî Binxetê dibin. Xanima malê Anî û cîrana malbatê Xanim du heval in ku wekî du xwişkan in. Lê belê ji hev tên veqetandin. Çîrok ji aliyekî ve qala koçberiya malbata Ermen û ji aliyê din ve jî qala hezkirin û hesreta du mirovan dike. 

- Kendal / Mehmet Akar / Roman / 80 rûpel / 2015