Gundê Ebû Erdanî û gundikê Kelekawî yên bi 48 kîlometreyan li bakurrojavayê Raqayê ne, di encama şerekî dijwar de doh danê sibehê saet di 07:20 de ji çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin. Di vî şerî de bi dehan çete hatin kuştin. Di çarçoveya pêngava Xezeba Firatê de gundê Xirbet Ceheşa jî d ji çeteyan hatibû paqijkirin.

Doh di saetên êvarê de Şervanên Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê, gundên El Meşût û El Xefî ji çeteyan paqij kirin. Xebatên lêgerîn û paqijkirina gundan ji teqemeniyên çeteyan, dewam dikin.  


REQA