Kovara Nûbiharê bi hejmara xwe ya nû ya 145’an derket.
Di hejmara nû ya Nûbiharê ya payîzê de nivîsên lêkolînî, çîrok, folklor, nivîsa li ser ziman, û helbestên cûr bi cûr hene. Her wiha çend nivîs û helbestên hatine wergerandin jî di kovarê de cih girtine.
Xwedî û edîtorê kovarê Suleyman Çevîk di nivîsa xwe de li ser rewşa zimanê Kurdî û xwendina bi zimanê Kurdî sekiniye. Çevîk dibêje: “Di van du-sê salên dawîn de xwendina Kurdî pirr kêm bûye; lê heger em îro, bi 20-25 sal berê ve qiyas bikin, li gorî wan salan jî xwendin gelek zêde bûye.
Dîsa jî dema em bi nifûsa Kurdan qiyas dikin, nivîskarên Kurdî, bi taybetî jî xwendevanên Kurdî gelekî kêm in.”
Ji dengbêj Beyro heta bi Casimê Celîl
Di vê hejmara Nûbiharê hevpeyvîna ligel dengbêj Mihemedê Beyro heye. Mihemedê Beyro şagirtê dengbêjê mezin Reso ye. Omer Guneş û Îbrahîm Şahîn ku pirtûkên li ser dengbêj Reso û dengbêj Şakiro amade kiribûn û ji Nûbiharê derxistibûn, di vê hejmarê de berê xwe dane şagirtê Reso dengbêj Mihemed Beyro û pê re axivîne.
Nivîskar Ahmet Aras gotiye, “Me çi dî, çi nedî!” Ew bi zimanekî trajîkomîk behsa êşkenceyên Delû Kemalê yên salên 1930´î dike ku wê demê li Serhedê yek ji fermandarên alayên siwarî bûye, û her wiha helwêsta gundiyan tîne ziman.
Helbestvan Berken Bereh bi navê “Stêrek geş a şi’ra nûjen” li ser Mem Ronga, Nihad Gultekin jî bi navê “110 Saliya Casimê Celîl” nivîsek li ser Casimê Celîl nivîsandiye. Her wiha Abdullah Încekan li ser Mueyed
Teyib û Hanifi Taşkin jî li ser Mela Remezanê Abiriyê nivîsiye.
Werger û şiir kêm nemane
Abdullah Can li ser têkiliya Seîdê Kurdî û Bûyera 31’ê Adarê, Murad Celalî li ser devoka herema xwe, Nasir Kemaloglu jî li ser alozî û tevliheviyên Kurmanciya nivîskî sekiniye.
Her wiha Îsmaîl Şems (wergera ji Farisî: Yunus Dilkoçer), Mustafa Dehqan (wergera ji Ingilîzî: Mehmet Şirin Filiz), Şahîn Bekirê Soreklî, Murad Canşad, Serdar Şengul, Ûsivê Beko (tîpguhêziya ji Kirîlî: Şemoyê Memê), Sadiq Hîdayet (wergera ji Farisî: Bargiran Şanaz), Mihemedê Xarpêtî, Evdî Hesqera-Elî Yoldaş, Îsmet Bor, Rewşenxweda Amedî, Besra Pîranij bi nivîsên xwe; Rojen Barnas, Mewlana Celaleddînê Romî (wergera ji Farisî: Hayrullah Acar), Berken Bereh, Bextiyar Elî (wergera ji Soranî: Rêbîn Mihemed), Kevok Mizgîn, Ali Bayram, Johann Wolfgang von Goethe (wergera ji Elmanî: Abdullah Încekan), Sidîq Gorîcan (wergera ji Ingilîzî), Sabrî Vûral, Dilazad A.R.T, Qedrî Sipranî û Yehya Omerî jî bi helbestên xwe di kovarê de cih girtine.