Ji dema ku Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan li Îmraliyê girtiye, ev cara yekê ye ku karîbû bi malbata xwe re bi telefonê bipeyive. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê da zanîn ku muwekilê wan Ocalan û muwekilên wan ên din karîbûn bi malbatên xwe re bi telefonê bipeyivin. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê got, Abdullah Ocalan, Omer Hayri Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş îro (27.04.2020) bi rêya dozgerên cihê lê ne, bi malbatên xwe re bi telefonê peyivîne. STENBOL