Şanoya Bajêr a Amedê lîstika zarokan a Kurdî ya bi navê ‘ Li Rawestgehê Sê Ezezok’ li Festîvala Şanoyê ya Amedê de lîst. Lîstikê eleqeyek mezin dît û wê di navbera 11-12’ê Gulanê de dîsa bilîze.  Ozer Tunca lîstik nivîsand û Ruknettîn Gun jî derhêneriya wê dike. Di lîstikê de têkiliya sê tolazên li bende otubsa 24’an tê  vegotin. Lîstik hem ji aliyê zarokan ve hem jî ji aliyê malbatên zarokan ve rastî eleqeyeke mezin bû. Malbatên zarokan diyar kirin ku qeyûmên şaredarî xesp kirine salonên şanoya Kurdî jî girtine û gotin dixwazin hezkiriyên şanoyê bê salon bihêlin.

Şahîde Îpekê diyar kir ku ev berdewamiya polîtîkaya zextên li ser ziman û çanda Kurdî ye û got:” Piştî qeyûm hatin saziyên Kurd hatine girtin û ev jî qirkirina çandiye.

Emel Ozsucu jî bi lêv kir ku li gorî gelek mirovên li Tirkiyeyê xwedîçandbûn tenê jiyana kevneşopiyên Tirk e û ev jî parçeyeke polîtîkaya nîjadperest ya li dijî Kurdan e. Emîneyê diyar kir ku ji bo kurê wê Çekdar bi zimanê xwe stranan bêje ji Aram Tîgran ders digir lê piştî qeyûm neçar mane daxwaza xwe taloq bikin. 


 AMED