Li ser vê yekê hêzên YPG’ê bersiv da û pevçûn derket. Hate ragihandin ku di encama pevçûnên ku heta saet 05.00’an berdewam kiri yî de, ji êrîşkaran gelek kuştî û birîndar çêbûn. Li bajar pevçûn bidawî bû, lê carnan dengê çekan tê.
Di demeke ku ev geşedan çêbûyîn de, hate hînbûn ku di 25’ê Mijdarê de hinek rayedarên Tirkiyeyê dibin navê rojnamevanan de hatine Serêkaniyê û bi komên çekdar re hevdîtin pêk anîne. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin di vê hevdîtinê de rayaderên tirkan ji van koman xwestine ku, dîsa li dijî YPG’ê şer bikin û beramberî vê jî di serî de çek çi bixwazin dê bidin.
Li gorî agahiyan komên çekdar ev daxwaz qebûl nekiriye, li ser vê yekê jî Tirkiyeyê sînor girtiye û kom tehdît kirine. Li aliyê din ji bo guhertina kesên dîl hatine girtin, hate gotin komên çekdar beramberî dîlan çekên xwe yên hatine desteserkirin jî xwestine, lê YPG’ê qebûl nekiribûn.

Daxwaza agirbestê kiribûn

Piştî pevçûnên 23’ê Mijdarê, komên çete yên çekdar ku nekarîn pêş bikevin daxwaza agirbestê kiribûn û hinek derdorên din xistin dewreyê. Di encama hevdîtinên hatine kirin de Fermandariya YPG’ê bi 2 şertan daxwaza agirbestê qebul kiribû. Li gorî agirbestê divê heta 2 rojan koma bi navê Guraba El Şam ji Serêkaniyê derkeve. Her wiha divê li bajêr ji Kurd, ereb, ermenî, suryaniyan meclîsek bê avakirin. Fermandariya YPG’ê aşkera kir ku, heta 2 rojan şertên wan neyên bicîhanîn, ew dê agirbestê bidawî bikin û van koman ji bajêr derxînin.

 SÊRÊKANIYÊ