Dîdeban


Bajarokê Derderleeuw yê Belçîkayê di jiyan û dîroka Kurdan de xwediyê ciheke girîng e. Ew der di dîroka Kurdistanê de ne tenê bûye cihê yekem Tv ya esmanî ya Kurdan, her wisa bûye navendeke dîrokî ya ku gelek kesayetên cihêreng jî demên kin an jî dirêj lê hêwirîne û bîranînên girîng hiştine. Li navenda Tv yê gava rastê rojnamevanê duayen Cahît Merwan hatim yekser ji min re got: “Pir rexne li ser nivîsên te hene!” Min got: “Ser çavan, kî rexne dike û babeta rexneyan çi ne?” Birêz Merwan got: “Medenî Ferho rexne dike û ez jî rexne dikim. Ya rastî ew kêlî gotina Rûsî ya dibêjin: Anton Çexov ne bes bû vêca Gorkî jî bi ser me de hat!..” Demildest hat bîra min. Ev ji aliyekî ve li xweşa min çû, lewre îşaret bû ku nivîs tên xwendin, lê ya cihê meraqê ew bû bê ka çi dibû mijara rexneyê ango rexneyan? Cahît Merwan bi lezgînî dewam kir û got: “Medenî dibêje, Kurdistan wêran dibe, her der şer û xwîn e, Yeko behsa evîna Sîmone û Sartreyê dike û rexneya min jî ev e; tu jimarnavan wek duduyan û sisêyan dinivîsî ev forma jimarnavan li nivîsên edebî nayên, yekemîn duyemîn baştir e.” 

Wek rojnamevanê Tirk Çetîn Altan digot: “Karê me yê sed salî tim û tim progandaya Tirkîtiyê ji Tirkan re ye.” Divê em jî di nav wê çarçoveyê de nemînin. Babet têkildar in, angaje ne. Dîrok, çand û rojane ji hev ne qut in. Mirov di her nivîsarê de peyva Kurd bi lêv neke jî, dîsa xwe digihînin hevdu. Mirovên wekî Sîmone û Sartre divê bibin babeta nivîsar û edebiyata Kurdî, heta em di vî warî de pir hejar in. Xala duduyan jî, ew forma ku rojnamevan Merwan behsê dike, ya Soranî ye. Lê di her mercî de jî min rêzê li rexneyên herdu rojnamevan û nivîskarên xwedî ezmûn girt. Mamoste Rêşad Sorgul jî gotiye, rexneyên xwe bi nivîskî ragihînin baştir e. Ew jî pêşniyazeke çê ye. Kesên ku riya wan bi Tv yê ketîn dizanin ku di dema xwarinê de li xwaringehê, li maseya pêşî piranî mijarên wiha vedibin û heta xwarin diqede jî tên niqaşkirin. Maseya ku wek Maseya Rewşenbîran tête binavkirin jî dema berê Mehmûd Onder û hevalên din lê rûdiniştin. Onder vê gavê bi nexweşîneke dijwar re rûbirû ye û şûna wî li gelek cih û quncikên Tv yê xuya dike. Em jê re şifayên lezgîn dixwazin. Lê hin heval jî bi zanebûn xwe ji wê maseyê didin dûr, lewre naxwazin navê wan jî di maneya henekpêkirinê de wek rewşenbîr bê pênasekirin. Ya rastî ev e ku gelek mirovên hêja li wê maseyê rûniştin û babetên nirxbilind jî li wir û li gelek deverên Tv yê hatîn niqaşkirin. 

Li gel kesayetên me li jor behs kirîn, li navenda Radyoya Dengê Kurdistanê mamoste Diyar Bohtî û Dûzgin Deniz jî wek gencîneyên edeb, ziman û rojnamegeriya Kurdî li gel temenên xwe yên navsere jî her li ser karê xwe ne. Bi taybetî hêja Diyar Bohtî li wî bajarokî desteyek roman nivîsandin. Ev car hatina hêja Bedran Dere jî rengekî çê û xweşik li wir zêde kiribû. Her çiqas me Mazhar û Burhan nedîtin jî lê ruhê wan her li wan deran bû, helbet Faruk Sakik mîna çinareke abadîn li odeya xwe ya xebatê, di vekolana arşîvan de bû. Ev fîgûrên em behsê dikin wek parçeyên jênager yên ragihandina dîtbarî û bihîstyarî ya Kurdî ne. Hind ji wan di heman demê de jî wek starên Kurdistanê ne. Ji ber ku Tv ya Kurd di heman demê de wek destpêka afirandina starên Kurd jî mohra xwe li dîroka Kurd da. Ev sûretên ku li cem temaşevanan gelek nasyar in, ji ber endûstriyeke sînemayê ya Kurd nebû û mixabin hê jî nîne, ew in ku wek aktor û star ji aliyê girseyê ve hatîn hebandin. Saziya ragihandina Kurd li gel her cûre zext û bêbextiyan jî li rêwîngîtiya xwe ya li bajarokê piçûk berdewam dike.  Dikin nakin, li dewsa ku kêm û kin bikin her diçe dizê û zêde dibe.