Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê ji bo çareserkirina krîza li Herêma Kurdistanê, bi dirûşmeya ‘Civakek Azad û Wekhev, Pergalek Demokratîk û Adil’ projeya xwe ya çareseriyê pêşkêş kir.

Projeya çareseriya Tevgera Azadi ya Civaka Kurdistanê doh seat 10.00’an li pirtûkxaneya Endîşe hat eşkerekirin. Di projeyê de ji bo çareserkirina qeyranên li Herêma Kurdistanê gelek pêşniyaz hatin pêşkêşkirin.

Di projeya çareseriyê de pêşniyaz ji bo pergala civakî, aborî û siyasî tên kirin û her wiha ji bo xwepêşandan û çalakiyên bi rêkxistinkirî û rêkûpêk bang li çalakvanan jî  hat kirin.

 

Pergala Siyasî

* Pêwîst e ku parlamentoya Herêma Kurdistanê hikûmeta 5 alî hilweşîne û di nava mehekê yan jî 45 rojan de hikûmeteke demkî ji kesayetên naskirî û bê alî ava bike. -Temenê vê hikûmetê ji 6 mehan heta salekê be, li hember hilbijartineke pêşwext berpirsyar be. 

* Erka hikûmeta nû, çareserkirina krîz û pirsgirêkan e. 

* Bi lez meaşên karmendan bide û aramiyê serwer bike. Her wiha li hember dosyayên li Bexdayê berpirsyar e.


Destûra bingehîn a nû

* Pêwîst e ku parlamento xebatên amadekirina destûreke binhegîn a demokratîk a Herêma Kurdistanê bi lez bike. 

* Divê destûr di 3 heta 6 mehan de were amadekirin û bikeve referamdûma giştî.

* Divê hêzên pêşmerge di çeperên xwe yên parastinê de bimînin û tevlî nakokiyên siyasî yên aliyan nebin. 

* Her wiha li dijî xwepêşandêran şîdetê bikar neynin.

* Pêwîst e ku hêzên polîs, asayîş û saziyên îstixbaretê ji nakokiyên siyasî dûr bisekinin. Divê tenê erka wan parastina xwepêşandêran, jiyan û malê gel be.

* Di xwerêvebirina herêmê de nakokî û aloziyên siyasî û hizbî asteng e. Ji bo bi pêşxistina rêveberiyeke demokratîk divê sîstema îdarî li ser esasê herêmên demokratîk were birêkxistinkirin.

 

Pergala aborî

* Berhemên Herêma Kurdistanê yên wek petrol, gaz, gumrik û beşên budceya salane ya herêmê li hikûmeta navendî were zelal kirin. Hatina ji van berheman ji bin destê partiyan were rizgarkirin û ji aliyên peywendîdar ên hikûmetê re were dayîn.

* Lihevkirinên bi şirket û fîrmayên dewletên cîran û Iraqê re di ber çavan re werin derbaskirin. Ev pirsgirêk werin çareserkirin, bi taybet pirsgirêka budce û meaş.

* Li gorî pîvanên navdewletî, pêwîst e ku guhertin di pergala meaş de çêbibe û meaşên ku nehatine dayîn werin belavkirin.

 

Pergala Civakî:

* Ji bo pêşî li koçberiyan were girtin divê pirsgirêk û krîzên siyasî, aborî û civakî bêne çareserkirin. Her wiha ciwan li ser bingehên zanistî û standardên navnetewî werin perwerdekirin. 

* Pêşxistina derfetên kar û pêşxistina jiyana civakî ji bo hemwelatiyan. Her wiha perwerdekirina civakê li ser bingehê welatparêzî û pîvanên çandî û exlaqî yên civaka Kurdistanê.

* Ji bo pêşîgirtina li kuştina jinan beşdarbûna jinan bi rêjeya ji sedî 40 were esasgirtin. Wekheviya jin û mêr bi qanûnê be û perensîbên hevserokatiyê bibe şert. Kujerên jinan di bin tu şert û mercan de neyên efûkirin.

 

Ji bo xwepêşandêran

* Nabe ku daxwaziyên xwepêşandêran di nav nakokiyên partiyan de werin perçiqandin.

* Divê li şûna çalakiyên ji hev cuda û ne rêxistinbûyî, hemû pêkhateyên civakê bi hevre, bi awayekî girseyî û çalakiyên demokratîk were bipêşxistin.

* Her êrîş û şehîdkirina xwepêşanderan wek sûcekî komkujiyê were pejirandin. Divê li daxwazên gel were guhdarîkirin ji bo ku pirsgirêk were çareserkirin.

* Divê xwepêşandêr li hemû bajar û bajarokan meclîsa demokratîk a gelan ji kesayetên çalakvan, berxwedêr û dilsoz ava bike. Heta xwepêşandêr negihêjin armanca xwe divê dest ji helwesta xwe ya demokratîk bernedin. 


 ROJNEWS/SILÊMANÎ