Careke din hikûmeta Tirk, Kurd neheyirandin. Tiştên têne zimên û têne kirin, yên ku ji hêla Kurdan ve baş tên naskirin û tên payîn in. Çend sal e, rayedarên Tirk li ser çareserkirina pirsgirêka Kurd bahsa ‘vebûna Kurdî û pêvajoya çareseriyê’ dikin, lê heta niha tu caran bahsa qaşo ev ‘çareserî’ ji hêla mafên Kurdan ve çi dihundirîn e, nekirine. Heta niha navê Kurdan bi fermî nexistine ti belgeyan. Meseleyê tim û tim wek ‘bidawîkirina terorê û çekdanîn û teslîmbûna çekdarên PKK’ê’ kirin rojev û hên jî pirsgirêkê bi vî awayî hiltînin dest. Ji xwe pêvajo jî bi navê ‘bidawîkirina terorê’ hat yasayîkirin...Qasî ku bi rêya çapemeniyê hat aşkerekirin; di pêşnûme û nexşerêya mûzakereyan a ji hêla Rêberê Xelkê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye amadekirin de her tişt bi zelalî hatiye îzahkirin: Wek manîfestoyeke aştî, wekhevî, azadî û demokrasiyê, him şêwazê mûzakereyan, him gavên ku herdu hêl bona lihevhatinê biavêjin û him jî feraseta rejîma nû ya demokratîk a ku Kurd, Tirk û xelkên din ên li Tirkiyê bikanin bi hev re têde bijîn, bi awayekî ku ti kesê demokrasîxwaz nema îtîraz bike, hatiye amadekirin. Jixwe rayedarên Koma Civakên Kurdistanê (KCK) piştgirî dan pêşnûmeyê û bang li hikûmeta Tirk kirin ku bona gavên pratîkî zemînê yasayî pêk bînin. Hêla Kurd dixwaze her gav li ber çavên xelkê, bi aşkereyî û bi yasayî bên avêtin. Wexta mirov li kûrayî û firehiya çarçoveya pêşnûmayê mêze dike, dibîne ku bi pêşnûmeya ku hatiye amadekirin; ne tenê pirsgirêka Kurdî, ligel vê yekê pê tevahiya pirsgirêkên siyasî û civakî yên li Rojhilata Navîn wê bên çareserkirin. Lê li hinda ev gavên jidil ên Tevgera Kurdî, hêla Tirk bahsa çi dike?!. Li ser banga Hevserokê Partiya Gelan a Demokrasiyê (HDP) Selahattîn Demîrtaş a ji xelkê re, ku bertek nîşanî yasayên jiyanê bixe bin tundiya polîs û leşkeran bidin, Serokwezîrê Tirk Ahmet Davutoglu bi gotinên “eger xwîn birije, berpirsiyar Demîrtaş e!” tehdîd barandin. Serokomarê Tirk Erdogan û berdevkên hikûmetê yên din jî heman tehdîd li pey hev dubare kirin. Polîs û leşkerên Tirk gotinên rayedarên xwe yên bi vî rengî wek talîmat hildigirin ser xwe û bi rojane çalakvanekî Kurd li kolanan dikujin. Di vê navberê de, ji du mehan vir de 3 hezar Kurd hatine binçavkirin û hezar Kurd jî hatine girtin. Yanî hikûmeta Tirk dixwaze ji Kurdan re bêje ku; tenê li destê me mêzekin, bê liv û tevger li şûna xwe rûnin û bo mafên xwe yên nasnameyî û civakî tu daxwazan nêynin zimên, tiştekî mekin, me çi got û çi kir bi wan re qayîl bin... Berdevkê hikûmetê yê ji pêvajoya çareseriyê berpirsiyar wezîr Yalçin Akdogan jî dibêje, “me bi heyeta HDP’ê re qala pêşnûmeya Ocalan, xweseriya demokratîk û efûya giştî nekiriye.” Wê çaxê mirov dipirse; eger di hevdîtinên HDP û hikûmetê de pirsgirêka Kurdî û şêwazên çareserkirina wê neyê niqaşkirin, gelo wê çaxê ew li ser çi diaxivin?
Li hinda vê yekê, rayêdarên AKP’ê her roj dubare dikin ku ew di pêşxistina pêvajoya çareseriyê de bi israr in; heman çîrok, heman helwest, heman derew, heman dijminatiya li Kurdan... Hikûmeta Tirk bi polîtîka û helwesta xwe, bo çareseriya pirsgirêka Kurdî bi rêyên aştiyane, ne jidilbûnekê radixe ber çavan ne jî hêviyekê dide. Mûxatabekî bêcidiyet li hêla din a maseyê rûniştiye û divê Kurd, bi pratîka xwe cidiyeta pirsgirêkê ji nû ve nîşanî wê/wan bidin...
Kurdan destketiyên xwe yên heyî çawa bi ked û têkoşîna xwe bidestxistin;  ji îro şûnde çareserî jî, jiyaneke xweser a bi nirxên Kurdewarî jî wê bi berxwedan, têkoşîn û xebatên rêxistinî bê bidestxistin. Kurd çi dixwazin, wê bi destê xwe pêk bînin; jiyaneke çawa dixwazin, wê bi destê xwe birêsînin...
Kar pirr e; rêxistinîkirina jiyana xweser, amadekariya bo hilbijartina 2015’an a li Tirkiyê, pêşvebirina xebatên yekîtiya neteweyî. Li seranserê Kurdistanê karê parastina welat û xelkê jî jixwe her berdewam e...