
Karayilan çalakiya di 20’ê îlonê li Enqereyê ji aliyê TAK’ê ve hatiye pêkanîn û di encamê de 3 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane de jî wiha got: “Em vê çalakiya TAK’ê ya li Enqereyê rast nabînin. Em difikirin ku çalakiyên wiha zirar dide daxwaz û têkoşîna gelê me ya rewa. Bi teybet TAK’ê di daxuyaniya xwe ya girtina li ser xwe de gotiye ku wê çalakiyên xwe yên bi vî rengî bidomîne. Em vê yekê xeter dibînin. Em dibêjin, ‘Pêwîste dest ji van çalakiyan bê berdan’ Ger rêxistina TAK’ê bi rastî dixwaze xizmeta tevgera azadiya gelê Kurd bike û dîsa ger dixwaze li hemberî îşkenceya li dijî Rêber bisekine divê dev ji van çalakiyan berde, şêwazên rewatir û rastir esas bigire.”
Karayilan di berdewamê de wiha axivî: “Her wiha deweleta Tirk û çapemenî ji bo ku têkoşîna me ya rewa leke bike TAK’ê wekî rêxistinek girêdayî PKK’ê didin nîşandan. Ev ne rast e. Tu eleqeya me bi TAK’ê tune ye. Li vî welatî bi dehan rêxistinên cuda difikirin hene. Bi meseleya TAK’ê re em gelek mijûl bûn. Heta par em hatin hemberî hev. Daxuyaniyek dijwar me da.”
Karayilan destnîşan kir ku qasî TAK’ê berpisyariya Hikûmeta AKP’ê jî di çalakiya li Enqereyê de heye û wiha pêde çû: “Ji ber ku hikûmeta AKP’ê li hemberî hasasiyetên gelê Kurd ev qas êrîş dike, qasî TAK’ê berpisyariya AKP’ê jî di vî karî de heye.” Bûyera Sêrtê Karayilan têkiladarî çalakakiya li Sêrtê ku di encamê de 4 jinên ciwan jiyana xwe ji dest dane de jî hin nirxandin kir û wiha got: “Ez li vir cardin ji malbatên van ciwanan re sersaxiyê dixwazim û êşa wan parve dikim. Dîsa ji birîndaran re jî şîfa dixwazim. Di heman bûyerê de hevalekî me gerîla jî jiyana xwe ji dest daye. Heta dibe ku ji ber vê bûyera nexweş xwe kuştibe jî. Loma hevalekî me yê gelek hez ji gel dikir bû. Ez ji malbata vî hevalê me yê hêja û gelê Kurdistanê re jî sersaxiyê dixwazim.”
Karayilan gotinên xwe yên têkildarî vê mijarê wiha rêz kir: “Di vê mijarê de divê HPG li gorî hiqûqê lêpirsîna xwe bi encam bike. Ev xeletî çima hatiye kirin? Jixwe gelê me ne hedef bû. Tê gotin ku hedefa wan tiştek din bû, lê li vir titizî, baldarî û hesasieyet divê hebe. Aşkere ye ku di vê rewşê de kêmasiyek cidî heye. Pêwîste ku li ser van xeletiyan baş bê rawestan û ji berpisyaran hesab bê pirsîn. Ji bo çareseriyek aştiyane çi ji destê me hat me kir. Lê li welatê me rastiyek şer jî heye. Ji bo ku gelê me di vî şerî de zirar nebîne çi ji destê me tê em dikin. Ez cardin dibêjim; di vê mijarê de berpisyar kîbe bila bibe ya pêwîst dê bê kirin. Bi teybet ya girîng ew e ku bê diyarkirin di vê bûyerê de tiştên cuda hene an na. Hemû hevalên me ji ber bûyar li Sêrtê gelek xemgîn in. Ez cardin ji ber vê bûyera nexweş, ji hemû gelê Sêrtê yê welatparêz û malbatên bi nirx re sersaxiyê dixwazim.” Hevdîtinên li Osloyê Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan têkildarî tomarên deng yên wekî “Hevdîtinên Oslo” tên bi navkirin û tê gotin ku di navbera PKK û Dewletê pêk hatine de jî hin nirxandin kir û wiha axivî: “Divê dewlet derxe holê ku ev ji aiyê kî ve hatine derxistin. Ji xwe wan jî got ku di vî warî de lêkolînê dikin. Di vê mijarê de hin şîrove tên kirin. Dibe ku çavkaniya xwe ji hin nakokiyên navxweyî jî bigire. Her wiha dibê ku hêzekî derva jî derxistibe holê. Diyar e ku yên ev derxistine holê ji bo pêvajo têk biçe wiha kiribin. Her çiqas hikûmeta AKP’ê wekî armanc tê xuyakirin ku, dibe ji bo têkçûyîna pêvajoyê jî ev hatibe kirin.
Karayilan ji kesên dibêjin wê AKP pirsgirêka Kurd çareser bike, lê PKK asteng e re wiha got; “Ez ji kesên ku dibêjin wê AKP’ê çareser bikiriba dipirsim: Gelo projeya çareseriyê ya AKP’ê çî ye? Li kû ye? Û kî dizane? Naveroka vê projeyê çî ye? Gelo kesek dizane? Na. Çima? Ji be ku tu projeyek ya wê ya wiha tune ye.”
Karayilan destnîşan kir ku PKK’ê ji aliyê xwe ve hemû fedekariyê ku ketine ser milê wê pêk aniye û got; “J ime komên aşitiyê hate xwestin, me şand. Piştre jî dibêjin çima bi girseyî hatin pêşwazîkirin. Lê ev cara yekem e ku gelê Kurd bûyereke wiha dibîne. Vî gelî heta wê rojê tenê cenazeyên gerîlayan pêşwazî dikir. Piştî ku vê carê gerîlayên zindî dîtin, bi sed hezaran gelê me hatin pêşwaziyê. Gelo çi ya vê xirab e? Lê ji ber vê jî Erdogan got; “Em ê vegerin serî” û heta niha jî dibêje “Xabûr qezayeke bû.” Bi kurtî me li ser esasê nunertiya sekna bi rûmet û bi viyan a gelê Kurd hemû fedekariya ji bo çareseriyeke aşitiyane ku kete ser milê me, me pêk anî.”
Karayilan serdana Erdogan a DYE’yê jî nirxand û got; “Wisa dixuyê ku DYE’yê jî li hemberî bicihkirina mertalê fuzeyan a li dijî Îranê ya li Tirkiyeyê, her wiha dîsa li hemberî hin welatên weke Sûriyeyê, piştevaniya Tirkiyeyê ya ji bo DYE’yê, bi awayeke erênî nêzî hin daxwazên Tirkiyeyê yên ji bo çekan bûye. Ev yek beriya her tiştê ji bo Tirkiyeyê bê rûmetiyeke. Taşerontiyê dike û ji bo qetilirina Kurdan îznê û amûran digire. Tu welatî xwedî rûmet, naçe li hemberî mirovên ku weke welatiyên xwe dibîne, xwe naavêje bextê welatên din û bi wana re li hev nake. Lê Tirkiye li hemberî Kurdan DYE û hemû NATO’yê re hemû cure bazirganî û hevgirtina pêk tîne. Her wiha hewl didin vê bêrûmetiyê weke tiştek rewa nîşan bidin..”
‘AKP taşarontiyê dike’
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan got ku AKP taşerontî dike û wiha domand; “Dewleta Tirk bi dest û lingan xwe avêtiye ser rola taşerontiyê, lê qeleşorên hikûmetê bi awayeke sosret tevgera me bi taşerontiyê sucdar dikin. Em dibêjin el însaf! El însaf! Ev tevger tenê xwe dispêre hêza xwe bi xwe, bi tenê li van çiyayan dijî û ji bo rûmeta gelê xwe têdişoşe.”
Karayilan der barê hewldanên kirîna çekan a ji Emerîkayê û karanîna wan a li dijî PKK’ê de got; “Teknîka ku zêdetir dikuje, destûra qetilkirinê ya ku hûn digirin, bi tu awayî, tiştek bi destê we ve nayne. Çareseriya pirsgirkê ne li New Yorkê ye. Çareseriya pirsgirêkê li Enqere û Amedê ye.”
Karayilan bal kişand ku hikûemta AKP’ê dixwaza vîna Kurdan teslîm bigire û pirsa “Dibêjin bila teslîm bibin û em piştre hevdîtin pêk bînin. Gelo tu wê bi kesên ku teslîmê te dibin çi hevdîtin pêk bînî?” pirsî.
‘Di bin êrîşên tinekirinê de agirbest nabe’
Karayilan wiha bersiv da aliyên ku banga agirbestê li PKK’ê dikin; “Li aliyên din jî hin aliyên ku mirov dikare jêre bibêje dost û naxwazin şer çêbibin, dibêjin “Bila PKK agirbest rabigihîne”. Gelo di demek wiha de ku ewqas zext û gef hene, îşkence li ser Rêberê met ê meşandin, heta şaredar jî tên girtin, dewlet her roj li pey êrîş û sûîqestan e, her wiha biryara tunekirin û têkbirina gelê me hatiye dayîn, çiqas rast e ku em agirbesteke yek alî rabigihînin? Ji bo pêkhatina tiştek wiha, divê beriya her tiştê şert û merc bêne sererastkirin. Jixwe heta niha aşkere bû ku bi agirbesteke yek alî û hewldanên yek alî re, pêvajo pêş ve naçe. Gelo me heta niha 8 caran agirbest îlan nekir? Gelo evane hemû di dema hikûmeta AKP’ê pêk nehatin? Çima bê encam man? Ji ber ku hewldên yek alî bê encamê dimînin.”
‘Em bi nerênî nêzî çûyîna Meclîsê nabin’
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan got ku ew bi awayeke nerêînî nêzî çûyîna Meclîsê ya parlementerên Eniya Ked, Azadî û Demokrasiyê ya ku BDP pêşengiya wê dike, nabin.
Karayilan got; “Beriya her tiştî wê parlementerên Eniyê biryara xwe bidin. Em bi awayeke nerênî nêzî çûyîna parlementeran a Meclîsê nabin. Li hemberî feraseta desthilatî ya neheq û siyaseta wê helwesteke mafdar girtine. Piştî vê ger helwesteke din were nîşandan dibe. Bi ya me divê ew bi xwe vê yekê bihizirin. Lê islûb û pêkanînên hikûmeta AKP’ê şert û mercên çûyîna Meclîsê pir zor kiriye. Her dawî li Şirnexê şaredar, rêveber û endamên BDP’ê hatin girtin û jimara girtina gihişt bi sedan. Ev yek jî çûyîna Meclîsê pir zor dike.”
Karayılan got; “Dîsa Hayatî Yazicioglûyê AKP’yî gef li parlementerên BDP’ê xwariye. Bi temamî siyaseteke desthilatperestî, dij-demokratîk û bi darê zorê tê meşandin. Dibe ku AKP naxwaze BDP biçe Meclîsê, ji ber wê wisa dike. Divê parlementerên Eniyê bi vîna xwe bi xwe biryara xwe bidin.”
ANF/BEHDÎNAN