Ev 2 sal zêdetire li Başûrê Kurdistanê yek partî hikum dike. Di esas da vê dema 26 salên dawî de bi awayeke şeklî partiyên din jî hebûn, le di pratîkî de yek partî hikum dike ev jî PDK ye. Lê ev hêza ewqas sal li desthilatî ma, ji ber van rewşen 2-3 salên dawî de prestîjeke mezin wenda kir. Li gel vê rekevtinên di navbera Tirkiye û PDK’ê de jî ketin zehmetiyê. Ev şikestina prestîja Tirkiyeyê jî bû. Ji bo ku careke din prestîj bidestbixin û bandora xwe avabikin li Başûr referandum xistin rojeve. Di heman demê de xwestin vê referandûmê ji bo xwe bikin propagandayeke hilbijartinên parlemena heremê ku di meha 11’an de biryare bê lidarxistin.
Ji ber ku ji destpêkê ve ev referandum li ser berjewendiyên teng bûn û li gorî wê propagandaya jê re hate kirin nebû di demeke kin de armanca wê ya esasî di nava gel de hatin zanîn. Di encam de Başurê Kurdistanê piştî referandumê bi bertekên pir dijwar re rûbirû hat û hem jî planên hêzen desthilat en li ser Başûr baştir eşkere bûn.
Bi armanca planên xwe pêkbînîn hêzên desthilat ji bo gelê Kurd avakirina netew-dewletê xistibin rojevê jî lê di esas de netew-dewlet êdî jî bo gelan nikare bibe hêza çareserîyê. Xala herî girîng jî modela netew-dewlet li gorî taybetmendiyên dîrokî û rojevî yên Rojhilata Navîn û Kurdistanê nîne. Projeya netew-dewletê di sedsala 20. de derbasî Rojhilata Navîn bûye. Ji wê demê heta niha ev proje ji bo gelên heremê bûye pirsgirêka herî mezin. Ji ber ku Rojhilata Navîn xwedî taybetmendiyên pir-netewî, pir-çandî, pir-zimanî, pir-olî, pir-mezhebî û pir-rengiye modela netewe dewlet jî bo Rojhilata Navîn çênabe. Bi sedsala 20. hatina netew-dewlet ve hişt ku li heremê gelek komkujî bên jiyîn. Ne tenê neteweyên ku dewletên wan nebû hatin komkujkirin, netewên ku dewleta wan hebûn jî hatin komkuj kirin.
Yanî netewe-dewlet ji bo tevahî gelan bû sedema zêdetir şer û kuştinan. Di esas de netew-dewlet modela sîstema sermayedariya kapîtalîst û hêzên hegemonîk ên Rojavayî bû. Sîstema sermayedarî ji bo sermayeya xwe zêdetîr bîke û li cîhanê yek-bazarî pêşbixe modelê dewlet-netewe da pêş. Pitra sermayedariya modernite careke din ji bona berjewendiyên xwe û sermayeyên zêde yekîtiya aborî çêbikin vê carê jî sînorên netew-dewlet rakirın. Jî bo xwe vê modelê dûgherin lê vê li ser gelên Rojhilata Navîn diselmînin. Niha li gelek welatên Ewropa ev sîstem guhertine, çend netew û baweriyên cuda li gel hev li yek welatî dijîn. Yanî ev model li cîhanê modeleke dema wê derbasbûye û êdî kevin e.
Li ser vî esasî projeya netewa demokratîk û xwebirêvebirina gelan ku ji hêla Rêber APO ve hatiye pêşxistin gelek girîng e. Ev proje ji bo tevahî gelan, ol-bawerî, mezhep û hemû beşên civakê re vekiriye. Bingehê bihevre jiyankirina hemû beşan avadike û ev jî projeyek çareseriya li gorî rastîya dîrokî û çanda Rojhilata Navîn e. Ev ne tenê projeyeke ji bo gelê Kurd e. Ev rastiyeteke dîrokiye ku weke sîstem ji bo gelan hatiye pêşkêşkirin. Ev model ne xeyaleke, îro li Rojavayê Kurdistan bi awayeke serkeftî tê pêkanîn. Gelê Kurd êdî baweriya xwe bi vê sîstemê tîne. Gelê Kurd ne mecbûre ezmûnên şikestî yên hêz û welatên din dubare bike û em jî heman şikestinan jîyan bikin. Em dikarain ji tevahî gelên cîhanê û şoreşên wan tecrube bigrin û van ji bo xwe vegûherînin serkeftinên rastî û mayînde. Ev jî wê azadîya gelê Kurd û tevahî gelên din mîsoger bike.
Bi yekdestbûna gelê Kurd li hemberî tevahî dagirkerên welatê Kurdistan bisekinin. Bi yekdengî hevpeymanên sykes-picot û lozan vala derxînin û azadî û serbûxweyî Kurdistan mîsoger bikin.