Nûnerê tevgera parastina avhewayê ya li Elmanyayê  ´Ende Gelände´ Nike Mahlhaus: “Sala 2020’an em ê bibêjin, ‘Edî bes e’ û li tevahiya Ewrûpayê li dijî vê sîstema hilweşîner çalakiyên mezin bikin.”

 

ROZA KORKMAZ / FRANKFURT

Siyaset krîza kurewî ya avhewayê ji ber berjewendiyên aborî yên dem kurt, talî û paşguh dike. Lê ev krîza hanê ciwanên Ewrûpayê seferber dike. Ciwanên ku fikaran dikin ji ber siberoja xwe û dinyayê, xwe bi rêxistin dikin û protestoyan oganîze dikin.

Ji bilî çalakiyên xwendekarên dibistanan ên Fridays for Future (Înî ji bo Siberojê), dawiya Hezîranê tevgera “Ende Gelände” (Mekanê dawî) jî çalakiyên gelekî xurt kirin. Rêyên hesinî yên ji bo veguhestina komirê li çûnûhatinê girtin, kanên komirê dagir kirin û van çalakiyan gelek deng veda. Çalakiyên pirreng û desteka raya giştî bixwe, rayedarên dewleta Elman tirsandin, bi wî awayî ku rapora îstîxbaratê ya eyaleta NRW (Westfalya Bakurê Renê) Ende Gelände weke ‘radîkal’ û çalakiyên wê jî weke ‘sûc’ nirxandin.

   

Tevgera dijî atomê, rêxistinên mezin ên hawîrdorê, komên siyasî û gelek xwendekar beşdarî Ende Gelände dibin. Ew difikirin ku heta dawî li bikaranîna sotemeniyên fosîl neyê, krîza avhewayê û ya edaleta civakî bi dawî nabe. Ji berdevkên çapemeniyê yên Ende Gelände, Nike Mahlhaus, bi me re peyivî. Wê ji bo çalakiyên xwe yên dawî got, “Van çalakyên me yên dawî dîrok nivîsandin. Me tevahiya devera lêinyîtê girtibû; me rêyên sereke yên deverê jî, rêya hesinî ya komirê ya bakur-başûr, rêya hesinî ya Hambachê û kana komirê rawestandin. Tiştekî muhteşem bû ku 6 hezar çalakger ji bo ku bikaranîna komirê tavilê raweste serî hildin. Lê mixabin, tevî ku çalakiya me qanûnî bû jî, me dît ku RWE (saziya elektrîkê ya navenda wê li eyaleta NRW) û polîs hewl da ku wê sabote bikin. Lê bi ser neketin. Tevgera me ya avhewayê ti carî weke niha biryardar nebû. Gava em ji çalakiyê vedigeriyan ji hêviyê çavên gelekan diçirûsîn. Ev jî rêyek bû ji bo bibêjin, em ê careke din bên.”

Sîstemeke ji binî ve nû

Çalakiya li Elmanyayê ne ya dawî bû ji bo îsal, li Ingilîstan û Îtalyayê jî ew xwe ji çalakiyan re amade dikin: “Krîzên avhewayê, tenê em bi hev re bin, em dikarin wan çareser bikin. Par em li Çekya û Holandayê bûn. Îsal jî dora Brîtanya û Îtalyayê ye. Ez vê bibêjim, Sala 2020’an em ê bibêjin, ‘Edî bes e’ û li tevahiya Ewrûpayê li dijî vê sîstema hilweşîner çalakiyên mezin bikin.

Ji bo xemsariya siyasetê beramberî pirsgirêkên avhewayê ew dibêje, “Em bi temamî li dijî sîstema heyî ne. Ev 40 sal in ku bi pirsgirêkên guhertina avhewayê mirov dizanin. Di van 40 salan de siyasetvanan dikarî pirsgirêkan çareser bikin. Lê berdana karbondîoksîtê ya nava hewaya me her zêde dibe. Divê êdî em qebûl bikin ku wê ti kes alîkariya me nekin. Siyaset û aborî bi qasî ku ji hev qut nebin, girêdayî hev in. Siyasetvan jî tenê li hilbijartina li pêşiya xwe difikirin. bi ser de jî ji pirsgirêkên teng ên neteweyî û wê de jî nikarin bibînin. Em nikarin bi vî awayî pirsgirêkeke evqasî mezin a mirovahiyê çareser bikin. Divê em çareseriyê bi destê xwe bînin. Çavkaniya pirsgirêkên avhewayê kanên komirê ne, divê em wan bi bedenên xwe rawestînin. Dema ku ez bi bedena xwe dozereke nehîtî radiwestînim, her tişt mumkin xuya dike.

Baş e siyaseteke çawa di hizra wan de heye, Nike Mahlhaus wiha li me vedigerîne: “Ne siyaseteke nûkirî, lê siyaseteke bi temamî guhertî ji me re lazim e. Pirsgirêk a siberoja me hemûyan e. Ji ber wê jî divê em bi hev re biryarê bidin. Divê em hemû sîstemên ku heta îro pirsgirêkên avhewayê çareser nekirine bixin ber lêpirsînê. Hingê em ê bibînin ku sîstema demokrasiya parlamenter û gelek sîstemên me yên aborî neheq in. Pêdiviya me bi hevgirtinê heye li çûna reqabetê, bi têerkeriyê heye li şûna zêdekirinê, bi edaleta avhewayê heye li şûna mêhtingeriya nû. Bi ya min heger em pirsgirêka avhewayê çareser bikin, dinya wê xweş bibe, ji ber wê ez alîgir im ku em zend û bendan badin.

Ende Geländeyê îstîxbarat aciz kir

Diyar e ku tevgera Ende Gelände û çalakiyên wê rayedarên Elmanyayê û îstîxbarata wê bizdandine. Li gorî rapora îstîxbaratê ya sala 2018´an a eyaleta NRW´yê tevgera Ende Gelände, di nava rêxistinên çepgir de weke ‘tundraw’ bi nav kir. Raporê îdîa kir ku Ende Gelände dikeve nav xwepêşandêrên nerm û di nava raya giştî de xwe û çalakiyên xwe rewa nîşan dide. Raporê çalakiyên par ên li daristanên Hambachê jî bi bîr xist û got, Ende Gelände li dijî şirketa enerjiyê RWE’yê sabotoj kirine. Raporê îdîa kir ku di çalakiyên 2018´an de “sûc”ên cihê hatine kirine û nexasim jî îdîa kir ku zerar dane milkê taybet.

Îstîxbarat wekî din îdîa dike ku Ende Gelände çalakiyên xwe weke “îtaetnekirina sivîl” nîşan dide, bi vê jî derdorên demokrat û hawîrdorparêzan beşdarî çalakiyên xwe dike.