Di serdema ku qeyrana li Başûrê Kurdistanê her diçe kûr dibe de Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji aliyên siyasî yên şirîkê hikûmetê xwest ku ji bo krîza heyî gotûbêj bikin, li hev bicivin. Tevgera Goran ji bo banga civînê got ku heya merc neyên guhertin tevlî ti civînan nabin. Rêxistina Bes e Ji Gendeliyê re, xwest ku rûniştina hikûmetê bi partiyên şirîkê hikûmetê re ji raya giştî re vekirî be.

Serokatiya Meclîsa Wezîran a Herêma Kurdistanê pêr êvarê daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de ji aliyên siyasî ku beşdarî hikûmet û parlamentoyê ne, xwest ku bicivin. Hikûmetê her wisa xwest ku alî ji bo çareserkirina krîza heyî û nîqaşên der barê wê de bicivin. Daxuyanî wiha berdewam kir: “Serokatiya Meclîsa Wezîran hemû aliyan vedixwîne civîneke berfireh, ji bo ku em li ser gavên reformê û çareseriyan gotûbêj bikin. Ji bo berjewendiyên giştî û danîna planek rast ji bo çareserkirina krîzan pêwîst e em bên gel hev.”


Hê jî mûçe nayên dayîn

 Nêzî du sal in li Herêma Kurdistanê krîzek siyasî û aborî heye. Li gel ku mûçe hat kêmkirin jî lê belê hê jî hikûmet nikare di dema xwe de mûçeyên karmend û mamosteyan bide. Her wiha aloziyên di navbera aliyan de jî çareser nebûne. Bi taybet piştî ku par meha di Mijdarê de hêzên PDK’ê nehiştin Serokê parlamentoya Herêma Kurdistanê Dr. Yusif Mihemed ku ji koma Tevgera Goran e, bikeve Hewlêrê, krîz mezin bû. Niha dema serokatiya Barzanî bi dawî bûye lê parlamento tineye ku biryara referandûm yan jî hilbijartinê bide. Her wiha du partiyên Îslamî jî dibêjin ku ew ê xwe ji hikûmetê vekişînin. Hêj partiyan bersiv nedane banga hikûmetê.

 

Goran: Pêwîst e hikûmet ji xelkê lêborîn bixwaze

Berdevkê Tevgera Goran Şoreş Hacî ji bo banga civînê got ku divê hikûmet ji welatiyan lêborîn bixwaze û her wiha divê yekem parlamentoya Herêma Kurdistanê bê aktîvkirin û parlamento jî karên hikûmeta Herêma Kurdistanê bişopîne. 

Şoreş Hacî derbirî ku heya wan mercan neyên sererastkirin wê tevlî ti civînan jî nebin û bê wate jî dibînin. Her wiha Şoreş Hacî diyar kir ku dê Goran tevlî civîna ji aliyê Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye pêşniyarkirin nebe.


Yekgirtû: Em nehatine dawetkirin

Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê diyar kir ku peyama vexwendina kombûna aliyan a hikûmetê ji bo wan neçûye û gotin ku her dema daxwazek wiha ji bo wan biçe, wê di nava xwe de têkildarî tevlîbûn an netevlîbûnê biryarê bidin. 


Komeleya Îslamî: Krîz bi civînan çareser nabin

Serokê Koma Komeleya Îslamiya Kurdistanê Merwan Gelalî li Parlamentoya Herêma Kurdistanê diyar kir ku krîzên heyîn bi civînan çareser nabin. Gelalî got; “Hikûmet ne xwedî helwesteke cidî ye ji bo çareserkirina krîzên heyîn.”


‘Divê civînên hikûmetê vekirî bin’

Der barê vexwendina partiyan ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê de, Rêxistina Bes e Ji Gendeliyê re (Stop Organization For Anti Corruption) daxuyaniyek da. Rêxistina Bes e Ji Gendeliyê re, xwest ku rûniştina hikûmetê bi partiyên şirîkê hikûmetê re ji raya giştî re vekirî be û wiha domand: “Ne tenê partî, nûnerên rêxistin û komên nerazî jî beşdarî civînê bibin. Her wiha ji raya giştî re vekirî be, ne ku li odeyên tarî ku deriyên wan girtî ne, civîn were lidarxistin. Ji bo ku welatî jî ji dahat û çarenûsa pereyên firotina petrolê û detayên reformê agahdar bin.” Rêxistina Stop da zanîn ku heta niha ji bo başkirina rewşa heyî ti gavek nehatiye avêtin û got: “Divê parlamento rola xwe bilîze. Di parlamentoyê de pêwîst e bangî Serokatiya hikûmetê were kirin û were lêpirsînkirin.” 


 NAVENDA NÛÇEYAN