AKP, Fetullahî, bi giştî Sentêza Tirk îslam yekber di weteya sextekarî, manîpulasyon, xapandin, dejenerekirin û rizandinê de ye. Di bin navên „rêlêvekirinan“ de qaşo dest avêtin her kêşeyî, hinek hêvî li hawîrdor bela kirin, bala cihanê kişandin wê hêlê, li pey jî naveroka wê kêşeyê vala kirin, ew serpiştê avêtin û ji bo ji bîrkirindayînê li pey hev rojav guherîn. Hîna jî bi heman metodî, lê hê zexeltir vê bi rê ve dibin. Ango armanc wan rasterast bi dekudolaban xapandine.
- “Dersên vebijêr“
Erdogan çi got: „Bila Kurdî di hefteyê de wek du saet dersê vebijêr, li pey pola pêncan were xwendin!“  Yanê ew Kurdî ne wek zimanê gelekî li ser xaka xwe dijî, ew wê wek zimanek biyanî dinirxîne. Û zimanê biyanî jî li tu welatî di saziyên dewletê de nayên bikaranîn, tenê pêdivî bi wergerê hebe, bikaranîna wê bi alîkariya wergêrekî/ê dibe. Ev rastiya zimanê vebijêr li welatê Ewropayê jî wiha ye.
Ji ber vê egerê jî di qaşo dadgehên xwe de, mafê axaftina bi Kurdî nadin. Navên Kurdî hê jî tê qedexe kirin, di daîreyên nasnameyan de nayên qeyd kirin. Ji ber ku navê „Qedrîcan“ bi tîpa qedexe „Q“ yê hatibû nivisandin, destûr nedan ku wek navê kolanekê wer danîn. Ango dema em dersên vebijêr bipejirînin, divê em van qedexeyan jî bipejirînin. Ziravika sextekariya vê mijarê ev e.
- Qaşo hezar îmamên (ango melî Tirk) bi Kurdî dizanin, şandine Kurdistanê. Bangaşiya wê kirin û xwestin bi wê bangaşiyê gel bixapînin. Gelek mirovan jî bawer kirin ku wê di mizgeftan de bi Kurdî wez were dayîn. Lê rastiya vê sextekariyê hê çend roj di ser re derbaz nebûbû, li mizgefteke li Xinûs derket holê.
Dema li Xinûs a girêdayî Erzurimê, meleyê Kurd yê berê  ji ber egera salveger qetilkirina Şêx Şeîd Efendî mewlûda bi Kurdî dixwîne. Ew îmamê (Heşa Mele) diyaneta Tirkan, tê bi awayekî bê sinc û nemirovî mîkrofonê ji meleyê Kurd distîne û dibêje: „Ev der mizgefta diyanetê ye û saziyeke fermî ye, di saziyên fermî de Kurdî qedexe ye.“ Aha ji we re sextekariya hezar îmamên qaşo bi Kurdî dizanin!
- Guhertina hin yasayan, Erdogan ferman da û bi bangaşiyeke mezin dan îlankirin ku ew qaşo dadgehên teybet diguherînin. Encam çi bû? Hîç! Rengê boyaxa wan a ji Qeyseriyê jî sexte bû, lema zû jê weşiya. Ev awa dadgeh ta ji dem qadiyên osmaniyan ve mane. Ev di navbera 1919 hetanê 1940  de wek „îstîklal Mahkemelerî“ derket pêş, di dema cuntayê de bûn DGM. AKPê berê navê wê kir „dadgehên taybet,“ niha jî navê wê kirine dadgehên eyalaten. Tenê ji bo hin kujêrên xwe guhertin pêkanîn, ji wê wê de? Hîç!.
- Qaşo „derbazbûna dema şerê çekdarî“ û bi wê ve girêdayîn „çekdanîn.“ Ev rasterast sextekariyeke şerê psikolojîk e. Bi wê ve girêdayî belavkirina birêkxistina û bê parastin hîştina Kurdan e. Divê mirov berê vê pirsê ji xwe bike: Ku dema şerê çekdarî derbazbûye, çima ew bi navê qaşo „Artêşa Azad ya Sûriyê“ hêzên çekdar organîze dikin, çekên herî giran didin wan? Çima li Lîbyayê piştgiriya hêzên çekdarî kirin? Di cihanê de kîjan gel bê parastin in? Ma pêşmêrgeyên me li başûrê Kurdistanê çek danîn? Ma ew Kurdên bûne amûrên vê bangaşiyê, rastiya cihanê nizanin? Dizanin ew jî pareke vê sextekarî û Dekûdolaban in.
- Dibêjin: „Em dixwazin kêşeyan çareser bikin, lê saziyên bi navê Kurdan derketine pêş nahêlin.“ (Qesta wan BDP û Tevgera azadiyê ye.) Vê bangaşiyê ji bi destên hin Kurdên dûvikên xwe bi rêve dibin. Ewqas sal agirbest hebû, bêdengî bû, li ser daxwaziya wan komên aşitiyê çûn welêt. Rast encam çi bû?
- Li gor wan û neolîberalan qaşo rêya demoqrasî û azadiyan vebûye! Lê rastî tiştek din e, hima çend mînakên kurt. Bêhna yekitiya kolektîf ji kîjan çalakiyê were, wê qedexe dikin. Wek mînak: Qedexekirina grevên karkeran, qedexeya îmza tovkirina ji bo mafê Kurdan,  qedexeya Mîhrîcana Berxbirê ya li Hekarî, vê qedexekirina xwepêşandana 14 Tîrmehê. Ma rê li demokrasiyê vekirin, ev e?
Bi gotineke gelek kurt, mirov li kîjan qaşo îcratên wan dinêre, binêre, dibîne ku armanca wan ya çareserkirina kêşeyên civakî, mafên Kurdan yên kolektîf, avêtina gavên demokratîk û dadeke gerdûnî tune. Tenê her tiştî dejenere kirin, Kurdan bê birêkxistinî hîştin, bi wî awayî bi xwe ve girêdan û têkbirin e. Yanê bi dek û dolaban tasfîyekirina Kurdan e.
Mirov dikane vê jî lê zêde bike. Armancên wan ên emperyal jî hene. Lema ew xwe di neynika Amêrîkayê de dibînin. Dixwezin rewşa Kurdan daxin rewşa çermsorên li Amêrîqayê. Ango Her tiştî tasvîye bikin, tenê li hin cihan wek rezervasyonên çermsoran bihêlin, bi wê çîrok û fîlmên tarkan çêkin û pê bikenin. Armanc ev e. Kî di pêkanîna vê armancê de bibe diranekê vê çerxa bêbext û sextekariyê, wê di dîrokê de jî, wek rûreşiyê cihê xwe bigire.