Di Washington Timesê de ji payebilindên ewlekariya neteweyî ya Emerîkî yên berê Abraham Wagner analîzek nivîsî û got, "Di dawiya dawî de pêdiviya Kurdan bi wê yekê heye ku bi hikûmeta Sûriyê re li ser herêmekê yan jî 'herêmeke ewle' li hev bikin da ku Kurd li bakurê Sûriyê karibin aştiyane bijîn."

Abraham Wagner li ser siyaseta Emerîkî ya li Sûriyê ya piştî vekişînê analîzek di Washington Timesê de nivîsî. Wî got, ji bilî şerê li DAIŞ´ê, argumanek ji bo mane eskerên Emerîkî li Sûriyê, parastina şervanên Kurd ên ên hevgir e ku Tirkiye gefan li wan dixwe û îdîa dike ku rayedarên Emerîkî ji bo ewlehiya wan hewl didin, Tirkiyeyê hişyar dikin, û heger Erdogan dîsa jî êriş bike, wê ji bo wî encamên cidî hebin. Wî li ser rewşa Kurdan jî got, "Di dawiya dawî de pêdiviya Kurdan bi wê yekê heye ku bi hikûmeta Sûriyê re li ser herêmekê yan jî 'herêmeke ewle' li hev bikin da ku Kurd li bakurê Sûriyê karibin aştiyane bijîn. Nuqteya muhim ew e ku pirsgirêka zimanê çareseriyê, û mezinahiya erda federe pirsên hîna çareser nekirîbin jî, niha ew bi alîkariya Rûsyayê bi destê Kurdan û Sûriyeyiyan ve tên çareserkirin."

Li gorî wî tişta ku di vir de DYE divê bike jî ev e: "Ji bilî zexta sereqet a li ser Erdogan, ew e ku bikeve nava vê diyalogê, bi kanaleke alternatîf bi Sûriyeyî û Rûsan re bikeve minaqeşeyan da ku di avakirina çareseriyeke mayînde ya terîtoryal û dîplomatîk de alîkar be."

 

NAVENDA NÛÇEYAN