
Li gorî hin agahiyan çêkirina kulavan hgerî kêm heta bi sedsala 5’emîn a beriya zayînê diçe û di jiyana koçeran de cihekî giring digire. Ew ji mêj ve li Kurdistanê di nava koçeran de cihê xwe digire û di sedsala 10’emîn de bi koçeran re li tevahiya Anatolyayê belav dibe. Berê li Rihayê bi qasî 150 dikanên kulavan hebûn, lê niha li Rihayê nemane û bi tenê hosteyek maye ku kulavan çêdike. Ew jî Hoste Omer Taşçi ye.
Devecî Abo, Devecî Îsa û Îsa Karci hostayên kevin yên kulavçêkirinê ne li Rihayê. Roja me ya îro tenê Omer Taşçi yê 70 salî ji vê rêûresmê maye. Taşçi ji bapîrê xwe fêrî kulavçêkirinê bûye û ji bo dewama vê hunerê, çêkirina kulavan fêrî kurê xwe dike.
Taşçi ji kulavan kum, xalîçe, xalîçeyên diwaran, êlek û goreyan çêdike. Taşçi diyar kir ku kulavçêkirin karekî pir zehmet e.
Çêkirina kulavan
Taşçi anî ziman ku ew ji kulavê kum, xalîçe, xalîçeyên dîwaran û kulavên şivanan çêdike û wiha behsa hunera karê xwe kir: “Hiriya berxikên ku li cihên bi avî mezin dibin pirr nayê bikaranîn, liva berxikên li çolê mezin dibin, baştir e. Kulavên herî baş ji liva berxikên 3-4 mehî yên Deşta Haranê tên çêkirin. Bazirgan liva (liba) berxikan ji hostayan re tînin. Liva reş ji bo nexşandinê, ya spî ji bo binê kulavan û yên qirêj jî, ji bo nava kulavan tê bikaranîn. Bi şeyê ji dara tuyê, ev hirî şedikin. Li ser paçê Emerîkî bi awayê nexş tên raxistin. Li cihê vala jî mûyên gijkirî tên bicihkirin. Mûyên ku bi kêrî tiştekî neyên jî di nav de tên veşartin. Pişt re tê şilkirin. Pişt re li nava xalîçeyê tê bicihkirin û bi makîneyê ev kutan. Kutana kulavê saetekê dewam dike. Piştî vê jî kulav tê pijandin. “
Taşçi diyar kir ku, piştî çêkirinê li ber tavê kulav tê hiştin û herî dawî jî li sûkê di navbera 50-100 lîreyî tê firotin. Her wiha got kulav ji bo fetqa piştê pirr baş e û kesê ku pişta wan diêşe li ser kulavan tên rûniştandin.
RIHA