Çaroxvan Mîkaîl Tekîn, ji bo pîşeya xwe ya 48 salan got, “Bi turîzmê re çaroxfiroşî ji nû ve kifş kirin”.

Li semta Kale Alti ya ser bi Şahînbey a Entabê, çaroxvan Mîkaîl Tekîn ji sala 1972’yan karê xwe dike. Ew dibêje, çarox dîsa ketine rewacê. Ew sala 1972´yan  ji navçeya Semsûrê Besniyê çûye Entabê (Dîlokê) û ji hingê ve bênavber çaroxan çê dike. Tekîn, diyar dike ku birayên wî jî ev kar dikirin û bi saya wan ew hîn bûye. Ew dibêje, çaroxên beriya bi 50 salan û yên îro ne wek hev in: “Çermên em bi kar tînin îro organîk in. Ji bo tenduristiyê baş in”.

Tekîn dibêje, bi saya tûrîzmê, pîşeyê wan jî ji nû ve hatiye kifşkirin.

 

 MA/DÎLOK