Civaka Êzîdî her sal Nîsanê, li gorî Rengê Mergeh berê xwe didin goristan û cihên pîroz û Cejna Çarşema Sor pîroz dikin. Çarşema Sor an jî Çarşema Serê Nîsanê, cejna Êzîdiyan a herî naskirî ye. Her sal, di yekemîn Çarşema meha Nîsanê ya li gorî salnameya kevin de tê pîrozkirin.
Çûn serdana goristanan
Bi minasebeta rojê, xelkê Şengalê çû serdana goristana Şehîd Berxwedan û Şehîd Dilgeş. Malbatên şehîdan diyar kir ku ew bi dilekî xemgîn cejnên xwe pîroz dikin, lê dîsa jî ew serbilind in û wê herdem li ser rêka zarokên xwe bimeşin.
Li Şebil Qasime jî cejna Çarşema Sor hat pîrozkirin. Welatiyên hatin vir jî, got, “Heta hemû zarokên wan ên ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine revandin, neyên rizgarkirin”, ew ê “bi dilekî rehet û kêfxweşîyeke mezin, cejnên xwe pêşwazî nekin.”
Li Şengalê pîrozbahiya cejnê
Li Şengalê, Çarşema Sor bi 2 rengan tê pîrozkirin. Ya yekemîn Rengê Mergeh ya duyem jî Rengê Laleşê ye. Pîrozbahiyên li gorî rengê Merheh hefteyekê beriya rengê Laleş pêk tên. Beşek ji welatiyên Şengalê li gorî rengê Mergeh, pirraniya Êzîdxanê jî, li gorî rengê Laleş, Çarşema Sor pîroz dike.
ROJNEWS / ŞENGAL