Çarşema Sor yek ji cejnên pîroz ên welatiyên Êzîdî ye. Her wiha meha nîsanê jî li ba welatiyên Êzîdî bi “Bûka Salê” tê binavkirin. Ji ber vê yekê zewac li ba Êzîdiyan di vê mehê de heram e û ku destpêka buharê ye û piraniya rê û resmên olî di vê mehê de tên lidarxistin, bi navê "Bûkê” hate binavkirin.

Li gorî bawermendên Êzîdiyan tê gotin ku Melekê Tawûs (Serokê Melekan) ji aliyê Xweda ve ji bo zemînê hatiye şandin. Beriya wê zemîn mirî bû û wî jî veguhest erdekî bi ax û av û têde buhara rengîn vejand. Li gorî berwermendiyan ev yek di roja Çarşema Sor de pêk hatiye. Kurdên Êzîdî yê Kurdistanê, Ermenistan û dewletên derve ji hezaran salan ve li gorî edet û rê û resmên ola Cejna Çarşema Sor pîroz dikin.  Di vê cejnê de kulîçe û gelek cureyên şêraniyê tên amadekirin. Kurdên Êzîdî fêkî û zebzeyan jî amade dikin û wekî roja xêr û bereketê nîşan didin. Di roja beriya Çarşema Sor de ango di sêşemê de serdana goristanê dikin. Di heman rojê de her malbatek hemû hêkên ku buyax kirine û hemû mêwe û sebzeya amade kirine di firaqeke mezin de kom dikin û li mêvan û hemû kesên hatine goristanê belav dikin.

Rê û resmên ola Êzîdî di vê cejnê de gelekî kevnar in û vedigerin hezaran salan. Derbarê gotina sor ji 'Çarşema Sor' bawermendên ola Êzîdî yên bajarê Tirbespiyê gotin ku gotina 'sor' ji ber ku gelê Kurd li ser axa xwe ji hezaran salan ve gelek xwîn rijandiye û fedekariya axa xwe kirine, tê.  

Li herêma Cizîrê cejna Çarşema Sor a îsal jî ji bo rêzgirtina li hemberî şehîdên Şengalê û Newroza Hesekê tenê bi rê û resmên olî û serdana goristana hate sînorkirin.  



SÎPAN SILO/ANHA/TIRBESPIYÊ