Kurdên Êzîdî roja Çarşema çûyî, cejna Çarşema Sor pîroz kirin. Gorî baweriya Êzîdiyan, Çarşema Sor roja afirandina erd, asîman û ya zindiyan giştan e. Di baweriya Êzdayetiyê de meha Nîsanê wek ’Bûka Salê’ tê binavkirin û wer tê bawerkirin ku di Çarşema piştî 13’ê Nîsanê tê de bi hatina Melekê Tawisê re cîhan û her tiştê li ser wê zindî dibe û xweza bi bereket û rengîniyê xwe dixemilîne…

Di her baweriyên Kurdan de ev rojên biharê bi heman wateyê têne pêşwazîkirin. Eger îro li Kurdistanê şer nebûya û jiyan aram bibûya; ev cejnên me yên kevin gişt wê ji hêla Kurdan giştan ve bihatina pîrozkirin û li seranserê Kurdistanê coşî, xweşî û geşî wê serwer bibûya. Lê mixabin rewş ne werg e; şer, kuştin û mirin e…

Gorî raporê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) ji 16’ê Tebaxa 2015’an heta 20’ê Nîsana 2016’an li bakurê Kurdistanê di dorpêç û êrîşên dewleta Tirk de 338 Kurdên sivîl jiyana xwe ji dest dane. Ji van 78 zarok, 69 jin, 60 jî kal û pîr in. Herwiha tê gotin, ji ber ku ew hatine şewitandin, hê nasnameya termên 80 kesan jî nehatiye zelalkirin. Yanî di van rojên biharê de, Kurd li şûna ku cejnên xwe yên kevneşopî pîroz bikin, mixabin miriyên xwe dihijmêrin…

Helbet şer ne daxwaziya Kurdan e; lê ji bo hebûn û jiyanê, yanî ji bo ku cejnên xwe azad û di aramiyê de pîroz bikin, neçar in ku li hember êrîşên serdestan xwe biparêzin. Têdikoşin, li ber xwe didin û miriyên xwe dihijmêrin.. 

Li hinda vê yekê; wer xuya ye ku pêşketinên li seranserê Kurdistanê hêvî gur kiriye ku di nava şer de bin jî Kurd cejnên xwe ji bîr nakin. Yanî motîvasyona jiyanê û ya rojên xweş a di dilê Kurdan de qet nayê vemirandin, tim û tim zindî dimîne. 

Dîmenên pîrozbahiyên Çarşema Sor yên îsal li Şengal û Rojava hatine belavkirin vê rastiyê pir zelal radixin ber çavan. Kurd him hebûn û jiyana xwe diparêzin, him jiyanê bi rengên Kurdewarî bi rêxistinî dikin û him jî di nava vê hengameyê de cejnên xwe yên kevneşopî pîroz dikin. Bi cejnan ava jiyanê ji kaniya Kurdewariyê dikişînin dema me û dara Kurdewariyê tim bi zindî û li ser pê dihêlin….

Di pîrozbahiyên cejna Çarşema Sor de Kurdên Êzîdî yên ku hên birînên xwe yên ji ber hovîtiya DAÎŞ’ê pêk hatiye, nepêçandine, banga xwedîderketina welêt, li ser axa bav û kalan bi nirxên Kurdewarî avakirina jiyana aram û azad û vegera welat kirin.

Li Bakur di hewldanên ji bo ji nû ve avakirina navçeyên ji hêla hêzên dewletê ve hatine wêrankirin de jî heman bang tê kirin. Mesaj pir zelal e; li ser axa welat ji nû ve avakirina jiyaneke azad û Kurdewarî…

Cejnên kevneşopî di heman demê de ruhê piştgiriya civakî û netewî jî gurtir dikin. Divê piştgiriya bi însanên me yên li Şengalê di nava şer de li ber xwe didin û yên li Cizîr, Sûr, Gever, Hezex, Sîlopya û Şirnexê li hember tank û topên dewleta Tirk têkoşîna parastina jiyana cewherî didin bi ruhekî ku cejnek tê pîroz kirin, bête kirin. 

Di van rojan de pêşwazîkirina ’Bûka Salê’ û pîrozkirina cejnên mîna Çarşema Sor wê bi pêşxistina piştgiriya netewî û ji nû ve avakirina qadên jiyanê ve bê watedar kirin…

Gereke Şengal, Cizîr, Gever, Nisêbîn û Sûr bi tenê neyê hiştin ku cejnên rojên têyî bi awayekî netewî bêne pîrozkirin. Eger kul û birînên însanên me yên li van deran neyên pêçandin, tu Kurdek nikane tamê ji cejnekê bigire. Ji bo ku Kurd gişt cejnên xwe, cejna netewî bi hev re, bi ruhekî Kurdistanî û bi rengên Kurdewarî pîroz bikin; dem dema piştgiriya netewî ye…