Nûnerên Partiya Komunîst a Fransayê, Partiya Dijkapîtalîst a Nû, Partiya Çep, Sendîkaya Xebata Giştî û Meşa Jinana Cîhanê jî di nav de delegasyona ji 16 saziyan pêk dihat li Pirsûs û Amedê gelek sedan pêk anîn.

Pîeere Granet ku di heyetê de cih digirt, diyar kir ku têkoşîna li Kobanê li dijî DAIŞ’ê tê dayîn ti car wê têk neçe û ew bi coş bûne şahidê Newroza Pirsûs û Amedê.

Granet wiha got: “Dema em çûn Pirsûsê me dît ku gel di nava berxwedanek çawa de ye. Mirov di nava ruhê seferberiyê de ji hev re dibin alîkar. Coşa azadiyê ya di Newroza Amedê de, coşa azadiya Kobanê ye..”

Granet bi lêv kir ku bi şaredariya Pirsûsê re hevdîtin kirine û Kobaniyên li Pirsûsê dijîn hewcedariya wan bi mama û xurekên sereke hene.

Yan Peuch jî ku di heyetê de cih digirt anî ziman ku li dijî dîmenê ku li Pirsûsê dîtiye gelek hestiyar bûye.

Peuch wiha got: “Ez di meha Mijdarê de çibûm Pirsûsê. Ev cara min a duyem bû. Ligel şert û mercên zehmet, mêwanperweriya wî gelî divê bihata dîtin. Pîrozbahiya Newroza Pirsûsê coşa azadiya Gelê Kurd nîşan daye û Newroza Amedê jî nîşan daye ku agirê azadiyê ti car natemire.” Ji Sendîkaya Xebata Giştî (CGT) Rîchard Alacharde jî got ku alîkariyên berhev kirine gihandine cihê wê û got: “Vê em kêfxweş kirin. Di xebatên me meşandine de me nirxand ku em dikarin her cureyê alîkariyê ji bo Kobanê bikin.”

Alî Ataç jî diyar kir li Pirsûsê gelek serdan kirine û got hewcedariyên Kobanê şopandine û got: “Hewcedarî bi dermanan heye. Em çûn deriyê sînor ê Murşîtpinarê û me xwest em derbasî Kobanê bin. Lê destûr ji bo derbasbûnê nehat dayîn. Li Amedê em bi rayedarên HDP, BDP, KCD, KJA û Şaredariya Mezin re hatin cem he.”

Christina Rosemberg jî bang li hemû Kurd, Tirk û demokratên li Ewropayê dijîn kir ku di hilbijartinan de piştgiriyê bidin HDP’ê. 


 ANF/TOULOUSE