
Dengvedana Pêngava Sêyemîn a Hemleya Xezeba Firatê him li nav Sûriyê him li cîhanê bi serkeftina şervanên Xezeba Firatê dewam dike. Li gorî agahiyên ji herêmê di navbera Şervanên Xezeba Firatê û bajarê Reqa de tenê 11 kîlometre maye. Her wiha dewleta Fransa û Ingîltere ji Koalîsyona Navnetewî ya dijî DAIŞ’ê xwestin ku zextên li ser rêxistina “terorîst” bên zêdekirin û bajarê Reqayê rizgar bikin. Balyozê berê yê Amerîka yê li Enqereyê James Jeffreyjî di axaftina xwe ya senatoyê de daxwaza dayîna çekên giran bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) kir.
Ji aliyê Xiniz ve 11 kîlometre maye
Di navbera Şervanên Xezeba Firatê û bajarê Reqayê de tenê 11 kîlometre maye. Li her du baskên hemleyê ku ji Xiniz û Mekmen destpêkir, şervan pêşketinên mezin bi dest dixin. Li baskê Xiniz ji pêr ve di navbera şervanên Xezeba Firatê û çeteyên DAIŞʹê de şerên giran rû didin. Di encama şerê pêr de şervanan 2 girên stratejîk ku tenê 11 kîlometreyan dikevin bakurê bajarê Reqayê ji çeteyan rizgar kir. Bi vê yekê êdî di navbera şevanên Xezeba Firatê yên baskê Xiniz û bajarê Reqayê de tenê 11 kîlometir ma.
Li baskê Mekmen jî pêşveçûna şervanên Xezeba Firatê didome. Li vir jî li derdora gundê Milêhan ê dikeve rojhilat-Bakurê Reqqayê şerên dijwar derketin, di encamê de şervanên Xezeba Firatê gund xistine çemberê. Heta niha derbarê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan de tu agahiyên zelal nehatine bidestxistin.
Êrîşî Siwêdiya Mezin kirin
Doh jî çeteyên DAIŞʹê êrîşî bajaroka Siwêdiya Mezin û gundên Humarîn û Widyan kirin. Nûçegîhanên ANHAʹyê ragihandin ku çeteyan duh serê sibê êrîşî bajarokê Siwêdiya Mezin û gundên Humarîn û Widyan ên dikevin bakurê-rojhilatê bendava Tebqa kirin. Şervanên bersiveke tund da êrîşkaran û di navbera wan çeteyan de şerekî dijwar qewimî. Bajarokê Siwêdiya Mezin a rojhilat-bakurê Reqqa di 22ʹê Çile de di encama pêngava duyemîn a Hemeleya Xezeba Firatê ji komên çete yên DAIŞʹê hatibû rizgarkirin. Di pevçûnên rizgarkirina gund de 85 çete hatin kuştin û gelek çek û cebilxaneyên çeteyan hatin desteserkirin.
Reqayê di rojeva NY´ê de ye

Roja sêşemê Konseya Ewlekariyê ji bo nirxandina asta têkçûna DAIŞ’ê li Sûriyê û Iraqê, civiya. Hikumetên Fransa û Ingiîltere ji Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê xwestin ku zextên li ser rêxistina “terorîst” bên zêdekirin û bajarê Reqayê rizgar bikin. Li wir Balyozê Fransî li Neteweyên Yekbûyî (NY) François Delattre got ku ew şerê li hember DAIŞ’ê “girîngtirîn erkên xwe” dibînin.
Delattre li aliyekî din ê civîna Konseya Ewlekariyê ji rojnamevanan re axivî û got: “Divê Yekîtiya Dewletên Emerîkî (DYE) xetereya DAIŞ’ê baş bizanibe. Operesyona Reqayê li Sûriyê çarenûsî ye”.
Ji aliyê xwe ve Brîtaniya jî heman nêrîn parast û diyar kir ku divê Koalîsyona Navnetewî heman asta ku Serokê berê yê Emerîkayê Barak Obama di sala 2014’an de gihandê, biparêze.
Alîkarê Nûnerê Brîtanya li NY’yê Peter Wilson got: “Şerê li hember DAIŞ’ê li Reqa û Mûsilê rojevên pêşîn ên pêvajoya bê ne”.
‘Çekên giran bidin QSD’ê’
Balyozê berê yê Amerîka yê li Enqereyê James Jeffrey li Komîteya Peywendiyên Derve ya Senatoyê di danişînekê de got divê ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) çekên giran werin dayîn. Jeffrey destnîşan kir ku divê ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) jî çekên giran werin dayîn û wisa axivî: “Tirkiye bi îdiaya ku têkiliya YPG´ê li gel PKK´ê heye, li dijî vê yekê derdikeve. Tirkiye di heman demê de naxwaze YPG li herêmên ku Erebên Sunnî lê hene jî bi pêş keve. Bêyî hevkarî û baregehên Tirkiyeyê operasyona li dijî DAIŞ´ê wê çawa pêşkeve, fêmkirina vê yekê jî dijwar e.”
QSD’ê gel civand
Kombûna Olan a Bakurê Sûriyê (Multeqa El-Edyan) hêzên QSD`ê silav kir û daxwaza xwe ya jiyana hevbeş li Bakurê Sûriyeyê dubare kir.
Kombûna Oldarên Bakurê Sûriyê bi armanca piştevaniya hêzên QSDʹê daxuyaniyek dan raya giştî. Daxuyanî li herêmên ku hêzên QSDʹê rizgar kirine bi beşdarbûna Berdevka Fermî ya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed, Fermanarê QSDʹê Ebdulqadir Hevdilî û endamên Kombûna Olan a Bakurê Sûriyê ji Misilman, Xiristyan û Êzîdî pêk hat û daxuyanî ji alî endamê Kombûnê Şêx Mûsa Ebû Îbrehîm ve hate xwendin.
Berxwedaneke mezin nîşan dan
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi saya Rêveberiya Xweseriya Demokratk ku li Bakurê Sûriyê çanda jiyana hevbeş a di navbera tevahî pêkhateyan de derket pêş û bi vî rengî dewam kir: “QSDʹê hemû civak anî gel hev û di şerê DAIŞʹê de gavên mezin avêtin. Bi lehengî şer kirin û berxwedaneke mezin nîşan dan. Wê hemû Bakurê Sûriyê û tevahî xaka Sûriyê bi berxwedan û lehengiya Hêzên QSD`ê rizgar bibe û komployên dewleta Tirk û yên din ku li dijî pêkhateyan herêmê ne wê vala bêne derxistin û teroristên wan jî tune bibin.ʺ
NAVENDA NÛÇEYAN