Desteya Wezîran a dewleta Dagirker a Tirk, biryar da ku li navçeya Şirnexê Sîlopiyayê meydaneke 404 hektarî fireh bi temamî hilweşîne. Malbatên li taxên bên xerakirin, bi rêya parêzerê xwe miracaetî 14’emîn Daîreya Şêwra Dewletê da û xwest biryar bê rawestandin. Lê Dadgeha Şewira Dewletê miracaeta parêzeran red kir. Parêzera malbatan Nuray Ozdogan, diyar kir ku bêyî keşf bê kirin, biryar hatiye dayîn, û ev şerma herî mezin e. Dewleta Tirk çavê xwe berdaye taxên Sûra Amedê Lalebey û Alîpaşayê, dixwaze wan hilweşîne. JI bo vê bike jî bi temamî ji insanetiya xwe derket, kirasê hovîtiyê li xwe şidand û Rojiya Remezanê av û elektrîk li ser xelkê her du taxan birrîbû. Desteya Wezîran a dewleta dagirker a Tirk, der barê 9 taxên li navçeya Şirnexê Sîlopiyayê jî biryara xerakirinê dabû. Malbatên li van taxan bi rêya parêzer miracaetî 14’emîn Daîreya Şêwra dewletê dabû û xwestibûn biryar bê rawestandin. Lê Daîreya Şêwra Dewletê, miracaeta malbatan red kir. Desteya Wezîran der barê taxên Barbaros, Başak, Cudi, Karşıyaka, Şehit Harun Boy, Nuh, Yenişehir û Yeşiltepe yên Sîlopiyayê de “Qadên bi Rîsk” îlan kiribû û biryara xerakirinê dabû.
Dadgehê wê jî dagirker e
Desteya Weziran a Tirk li gorî xala 2’emîn a Der Barê Mekanên Rîska Afetê li ser wan de xwest xanî û avahiyên li van taxan bên xerakirin. Li ser vê yekê ji malbatan Ahmet Ediz, Yusuf Deniz û Musa Çetin li ber biryarê rabûbûn û bi rêya parêzer Hulya Yildirim û Nuray Ozdogan ji bo biryara Desteya Wezîran bê rawestandin, miracaetî 14’‘emîn Daîreya Şêwra Dewletê dabû. Şêwra Dewletê jî miracaet red kir. 14’emîn Daîreya Şêwra Dewletê hinceta ji 6 rûpelan pêk dihat amade kir û bal kişand ser mafê mulkiyetê yê neteweyî û navneteweyî. Di hincetê de gelek nakokî hebûn. Daîreyê rapora Destûra Wezîran esas girt û diyar kir ku divê 27 avahî bi temamî bên xerakirin. Der barê 342 avahiyan de ji biryara xesara giran dan û îdîa kir ku ji sedî 90 rîska can û mal heye. Daîreyê bêyî li cihê cih lêkolînê bike biryara Desteya Wezîran esas girt û miracaeta malbatan red kir.
Hiqûqa xwe ya bêkêr jî binpê dikin
Parêzer Nuray Ozdogan, diyar kir ku piştî der barê Sûrê de biryar dan, biryara ji bo Sîlopiyayê ji bo wan ne surprîz bû û got: “Şêwra Dewletê der barê “Mekanên bi Rîsk” biryarên cuda dabûn. Bi vê biryarê rê pêşî vekir li hiqûqa ku xerakirinê rewa dike. Ji bo Sîlopiyayê dozên din ên hatine vekirin, nînin. Ti carî nehatin li Silopiyayê lêkolîn nekirin. Li ser navê hiqûqê şerm e. Şêwra dewletê biryar daye ku pêdivî bi lêkolînê nîne. Heger şert hatibin guhertin wê demê biryar bi şik e. Şertê lêkolinê mecbûrî ye. Şertê hatiye guhertin siyasî ye. Divê xeleka tirsê bê şikandin. Ev biryar li dijî rêziknameya xala 6306’an e.”