Dema me xebera berdana bi sedan Êzidiyan bihîst, em hemû bêdeng li benda wêne yan jî dîmenekî wan di cihê xwe de cemidî man. Û wêneya destpêkê hat navenda me ya nûçeyan. Wêneyê jineke pîr û gelekî şikestî. Min çavê xwe lê negirt, her carê giraniyek dikete ser mijangên min lê dîsa bê ku guh bidim herikîna rondikan ji xwe re li dîmenê vê jina çav melûl temaşe dikim. Rondik dikirin werin xwarê lê di reşika çavên wê de asê mabûn. Bûbû deryayek ji êş û nedihate xwarê. Min digot qey ez li şûna wê digrîm lê nediherikî kula hinavê û di zelaliya rondikan de asê mabû. Hêj ku niha temaşeyî vê wêneyê dikim deryayekê di çavê jina pîr û westiyayî ya Êzidî de dibînim. Di çavan de bêhremtiya pergala xwînmij bi rûyê xwe yê har û serxweş xuya dike ku dixwaze ruhê mirovatiyê biçikîne û bê ruh û can bihêle. Dike dîsa perdeyeke reş bikşîne ser çavê mirovahiya pîroz û paşê bi darê zorê mirovan neçarî koletiyê bike.
Ew vegeriyane şaş, matmayî û bi çavên beloqî bi tenê li me temaşe dikin lê kî dizane wan çavên bi girî çi di xwe de hewandiye û nikare bilêv bike. Di her xeteke qerçimokên li ser rûçikên wê de hêviyek heye ku naxwaze bişkê, li ber xwe dide û şerê mêrê hîlebaz û bihêz dike. Di ezmûnên bi êş ên li ser rûyê wê de şopa lêgera heqîqetekê heye ku naxwaze bibe ya yeke din. Naxwaze serî li hember koletiya modern dayne û xiyanetê li ronahiya Laleşê bike. Li pişt wan rondik û çavên şikestî careke din baş temaşe bikin, hûnê bibînin çirûseke ji hêviya jiyanê heye. Hûnê gotina Rêber APO a ku dibêje ‘Mirin ji ku û çawa tê bila were xemê nexwe, kurdîtiya misogerbûyî rastiyeke ebedî ye!’ li pey vê gotinê hêj laçika spî li serê xwe neavêtiye, reş girê nedaye ji rika rûreş û dilreşan û biskên tije serpêhatî bi ser de berdaye. Kî dikare di çavê vê jinê de jiyanê bikuje gelo, dibe ku melûl û bêdeng janên xwe daqurtîne, lê ew bi me re diaxive. Ji me re behsa êşên xwe qet nake lê ger em kor bin û ker bin emê nezanibin çavên jina kurd ya Êzidî çi ji me re dibêje. Bi temaşekirina çavê vê pîrejinê, divê em wijdan û exlaqê xwe ne di kesên bêwijdan û bêexlaq de dadgeh bikin, jixwe ew ji mêjve tawanbar in û êdî nefesa dawî dikşînin. Lê ya girîng çavê dayîka dilbiêş bihêle em di dadgeha wijdan û exlaqê heqîqeta mirovatiya paqij û destnexwarî de, xwe darizînin. Heta em çokê xwe li beranber çavên şikestî ê pîrejina kurd neşkînin, emê nekaribin behsa kurdîtiya rast bikin û emê her roj li şûna parastina vê heqîqetê êrîşî wê bikin. Divê em ji bîr nekin jixwe sextekariya di kurdîtiyê de çav û dilê vê dayîkê bêdeng kiriye. Dê başe wê demê wê kijan rastî careke din çira temirandî di çav û dilê Şengaliyan de pêxîne, ger xwebûn, jiyana li ser axa xwe û biîradebûn nîne, wê demê çi ye gelo? Nabe em van tiştan jî bi aqilê kujer û celadên kuştina ronahiya di çavên vê pîrejinê de bibînin. Kes jî bila dîsa li pey bayê wan nekeve û fermaneke din raneke!