EREM KANSOY/ DÊRA ZORÊ 


Li bereya Dêra Zorê YPJ serkêşiya şer dike, û li bereya pêş jî di kordînekirina pêngava Bagera Cizîrê de jî cihê xwe digire. Li çol û gundên Dêra Zorê du şervanên rûken û çav li ken hene ku li bereyên pêş, bi tivingên di destê xwe de û bi baweriya xwe tirsê dixin nava dilê dijminê xwe; Hesret û Amara.

Di pêngava Dêra Zorê de beriya bi çend hefteyan êrişeke dijwar a DAIŞ´ê pêk hat û yên ku ev êriş şikandin jî şervanên YPJ´ê bûn. Hêzên QSD´ê qederê 20 rojan dor li wan girtî man. Bi xêra şervanên YPJ´ê yên li bereye pêş şer kirî, ev êrişa çeteyên DAIŞ´ê hat pûçkirin.

 Hesret bi gotinên xwe yên dilnizm ên wekî “Bila miletê me rehet razê” têkoşîna xwe îfade dike û wiha dewam dike: “Sala 2016´an ez tevlî nav refên YPJ’ê bûm, em niha di mewziyên pêş de bi cih bûne. Doh danê sibehê DAIŞ´ê bi çekên giran û maşînên bombebarkirî êriş anî ser çeperên me. Me ev êriş şikand, em ji bo azadiya miletê xwe û ji bo ku rehet razê, li vir şer dikin. Em dixwazin miletê me azad be, em naxwazin miletê me koçeber bibe.”


Em ruhê hevrêtiyê xurt dikin

Hevrêtî xurtiya wan a herî mezin e: “Li vir pirsgirêkeke me ya mezin çênebû. Em bi alîkariya hevrêyên xwe ji heqî her zehmetiyê derdikevin. Li vir yekane armanca me parastina erdên me û rizgarkirina wan e.

Di nav refên me de Ereb, Suryanî, Tirkmen û Ermenî jî hene. Tevî înternasyonalîstan, mi bi mil ve em têdikoşin. Ez ji vê hevgirtinê pirr razî me; em îro bi hev re dikarin şerê faşîzmê dikarin bikin. Li vir ruhê hevrêtiyê bi gewde bû.

Ji bo me di nava ti kesî de ti cudakerî nîne. Her kes li vir bi hema ruhî ji bo xelkê stembar şer dike. Ez ê vî ruhê hevrêtiyê ji bîr nekim. Nexasim jî şehîdan. Ji bo ku tola wan hilînin jî em şer dikin.“ 



Ji bo azadiya jinê em li vir in

Amara Rênas Ferhat ev du sal in di nav refên YPJ´ê de ye; ew ji Amedê beşdarî YPJ´ê bûye. Piştî pêngavên Minbic, Tebqa de cih girtiye û paşê di Bagera Cizîrê de cihê xwe digire. Ew dibêje, “Ev pêngava min a sêyemîn e. Piştî ku min zilma DAIŞ´ê li jinan kirî dît, ez dikarim êdî eşkere bibêjim, em li vir ji bo azadiya jinan şer dikin. Ji bo ku jin azad bibin, ji kolebûnê xilas bibin ev pirr girîng e. Ya em dikin şerekî li dijî zêhniyeta jinê ya kolekirî û stembar e. Ji bo vê em canê xwe didin li çeperan.”


Hevrêyên me bi dildarî dilsozên hev in

Hevrêtî ya ku herî zêde tesîr li Amara kirî ye: “Ya herî zêde bandor li min kirî ew e ku hevalê di çeperan de li hemberî dijmin ji bo hev biparêzin xwe diavêjin pêşiya hev. Dema em berê xwe didin gundekî yan jî civkeke sivîlan rizgar dikin. Heval bi dildariyê hevdu diparêzin û ev dildarî û evîn, tirsê dixe nav dilê dijmin. Dayik bi girîn xwe digihînin me. Ji me re dibêjin, Xwedê ji we razî be, we em ji çeteyên DAIŞ´ê rizgar kirin. Ha evîna me xwe wisa di wan de jî dide xuyakirin.



Em mil bi mil ve li vir in

Em jin, çi Ereb, çi Kurd, çi Suryanî, di pêngava Dêra Zorê de bi hev re ne. Berê em nedifikirîn ku em dikarin ev qasî bibin dostên hev. Di şerê li dijî DAIŞ´ê de li çeperan me jinan ev yek bi ser xist. Ji bo me nijad û ziman ne muhim in. Ji bo me naskirina hevalên Ereb tesîrker e. Ew jî bi me re mil bi mil ve li dijî DAIŞ´ê bi xurtî û kelacanê xwe şer dikin. Ev peyameke ji dinyayê re ku dibêje, mirovahî wekhevî ye. Piştî hamleya Dêra Zorê jî ez ê li dijî tevahiyên zêhniyetên wekê yên DAIŞ´ê û jinan dikin kole şer bikim.”