Berpirsê Buroya Têkiliyên Dîplomasiyê ya TEV-DEM`ê Aldar Xelîl diyar kir ku Tirkiye hewl dide ‘Mîsaqî Millî’ careke din zindî bike û Sûriyê dagir bike. Salih Mislim jî got, gelên Bakurê Sûriyê dikarin xwe biparêzin û li rûmet û kerameta xwe xwedî derkevin.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li herêma Cizîrê der barê bûyerên li Sûriyê de komcivîneke diyalogê li dar xist. Rûspî, serokeşîr, oldar û kesayetên siyasî yên Kurd û Ereb ên herêma Cizîrê beşdarî civînê bûn.

Komcivîn ji aliyê Buroya Têkiliyên Dîplomasiyê ya TEV-DEM`ê bi dirûşma “Bi hev re ber bi civaka azad û Sûriyeya demokratîk û hevgirtî ve” hate lidarxistin.

Piştî rêzgirtinê, berpirsê Buroya Têkiliyên Dîplomasiyê ya TEV-DEM`ê Aldar Xelîl û berpirsê Buroya Têkiliyên Dîplomasiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim axivîn.

Rola Hevpeymanê di destûra bingehîn de

Aldar Xelîl diyar kir ku hêzên hevpeymana navdewletî hîna li Sûriyê hene û got: “Em ji wan dixwazin ku ji bo aramî û ewlehiyê û serketina hewldanên diyalog, hevdîtin û amadekirina destûra bingehîn jî bi roleke erênî rabin. Pêwîst e hevkariya wan ji bo piştgiriya gelê Sûriyê be, ango welatiyên Sûriyê bi xwe çarenûsa xwe diyar bikin.”

Xelîl wiha dewam kir: “Ji bo pêşîgirtina li gefên Tirkiyeyê pêdiviya me bi yekrêziyê heye. Em dizanin ku projeya Erdogan projeya dagirkeriyê ye û ew dixwaze herêmên din ên Sûriyê jî dagir bike û ‘Mîsaqî Millî’ zindî bike. Ew dixwaze herêmên mayî ji dagir bike. Pêşîgirtin û dijberiya dagirkeriyê beriya ku erk û berpirsyariya Kurdan be, erkeke niştîmanî ya Sûriyê ye.”

Ne em lê Tirkiye tehlûke ye

Xelîl da zanîn ku Tirkiyê piştî ku nikarî rasterast êriş bike, vê carê mijara herêma ewle xiste rojevê û wiha pê de çû: “Em vê binavkirinê bi tevahî napejirînin, ji ber ku em ti carî li dijî Tirkiyeyê nebûne metirsî, lê belê Tirkiye ji bo me metirsî ye, wê gelek herêmên me û herî dawiyê jî Efrîn dagir kir, niha gefên dagirkirina herêmên din dixwe.”

Aldar Xelîl bang li gelên herêmê kir ku ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk tê bikoşin û hemû hevpeymanên ku rê didin Tirkiyê serweriya Sûriyê binpê bikin, nepejirînin û got: “Em bi tu awayî Hevpeymana Edeneyê û yên din napejirînin.”

Em ê destûra dagirkeriyê nedin

Berpirsê Buroya Têkiliyên Dîplomasiyê ya PYD`ê Salih Mislim jî diyar ku tevî hemû êrişên li dijî herêmên Sûriyê, wan ji her kesî re îsbat kir ku gelên bakurê Sûriyê dikarin berevaniya xwe bikin, rûmet û kerameta xwe biparêzin.

Mislim axaftina xwe wiha domand: “Armanca me şerê li dijî DAIŞ`ê û parastina welatê me ye. Em bi wan hêzan re ku ji bo berjewendiyên civaka Sûriyê tev digerin, di nava têkiliyê de ne. Bila hemû gelê me zanibe ku em vê axa bi xwîna şehîdan hatiye avdan ti carî bernadin, em rê nadin ti kesî ku axa gelê me dagir bike.”

Piştî axaftinan beşdarên civînê jî nêrîn û dîtinên xwe parve kirin. Beşdaran diyar kir ku çareseriya aloziya Sûriyê pêwîst e dûrî destwerdanên herêmî û navdewletî pêk were. Her wiha hate gotin, pêwîst e êl û eşîr li dijî şaneyên veşartî yên li herêmên rizgarkirî yekdest û helwêst bin, û ji bo parastina gel tedbîrên pêwîst bigirin. Wan got,  destketiyên ku bi xwîna bi hezaran şehîdên ji hemû pêkhateyan hatine bidestxistin, wisa tên parastin.

 

ANHA / QAMIŞLO