Nûnerên saziyên sivîl û odeyên bazirganiyê diyar kirin ku hikûmet û dewlet dixwaze çavkaniya debar û bazirganiyê ji ser welatiyan qut bike û welatiyan muhtacî xwe bike.
Deriyên sînor ji bo welatiyên herêmê çavkaniyên debar û bazirganiyê yê herî baş in. Welatiyen ku ji bilî bazirganiya sînor tu çavkaniyên wan ê debarê tunebin, aboriya wan bi sînor ve girêdayî ye. Ger ku deriyê sînoran vekirî be aborî û debara wan baş, lê ger ku deriyê sînor ji ber helwesta siyastî ya hekûmet û dewletan, herî zêde bandora neyînî li ser welatiyan dike. Deriyê sînorê Bajirgehê yê navçeya Gevera Colemêrgê ku di navbera Tirkiye û Îranê de ye, li ber girtinê ye. Deriyê sînorê Bajirgehê ku di sala 1947'an de ji gumrikê re vebû, di sala 1967'an de li vir bazirganî ket meriyetê. Sînorê ku heta niha gelek caran niqaş li ser hatin kirin niha li ber girtinê ye.
Bazirganiya bawolan dest pê kir
Piştî ku bazirganiya sînor dest pê kir, rayedarên gumrikê, bi awayekî dijzagonî ji alav û amûrên wekî benzîn, mazotê serê lîtreyê 200 lira bac stendin û gelek caran jî mazot û benzîn desteser kirin. Deriyê ku her rojê nêzî 500 maşîne derbas dibûn, îro tenê nêzî 20 maşîne derbas dibin. Rayedarên gumrukiê ku mehê destûrê didin 5 hezar TIR'an, destûrê nadin welatiyên herêmê bazirganiyê bikin. Di navbera xeta Esendere-Urmiye de, 5 şîrketan dolmîşên û dobloyên bi belgeyên B2-A2- hate avakirin. Şîrketan nêzî 500 dolmîş û Doblu stendin û di navbera Tirkiye û Îranê de dest bi bazirganiya bawolan kir. Di sala 1988'an de ji aliyê Midûriyeta Îdareya Taybet a Gever û Qeymeqamiya Urmiyê ve 55 dikan hatin avakirin. Ji bo bazara hevbeş a 2 aliyan ev dikan ji aliyê 4 kesan ve hatin bikaranîn. Di sala 1993'an de ev bazarên hevpar bi hinceta ku piştgiriyê dide PKK'ê hatin girtin û terkî rizandinê hate kirin.
Piştî ku Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu di 31'ê Cotmehê de got 'Hûn disanin çay ji ku tê? Çay ji Deriyê sînor ê Bajirgê tê" û der barê bazirganiya sînor de Rojnameya Cumhuriyetê nûçe çêkir û şûnde bazirganiya sînor hate astengkirin û deriyê ku dibû çavkaniya debara 20 hezar kesan êdî hat ber xetimandinê. Ji bo têkiliya bazirganiyê bi PKK'ê ve bê girêdan ji rayedarên jor re nivîs hatin şandin. Çûn û hatin û kontrol bêtir hişk û zêde bû. Bajên kuhatin stendin zêde bûn. Venêrtin zêde bû.
Lîstik tên meşandin
Piştî ku rojnameya Cumhuriyetê bi îmzeya Atilla Taşçi nûçeya "Terkî qederê kirin" "Bûye kaniya bazirganiya rêxistinê" bazirganiya sînor hat asta rawestînê û êdî her tişt bêtir hesas bûye.
Serokê Odeya Pişeyî û Bazirganê yê Geverê Sabîh Kayhan, diyar kir ku bi salan e lîstik li ser deriyê sinor tên meşandin û der barê 45 şîrketan de lêpirsîn hatine vekirin. Kayhan, anî ziman ku hemû îdîa şaşin û hemû lêpirsîn ji aliyê fîrmayên ku li Stenbolê bazirganiyê dikin ve hatiye vekirin. Kayhan, anî ziman ku piştî lîstikên derve êdî deriyê sînor li wan hatiye girtin û nikarin wekî berî asayî bazirganiya sînor bikin. Kayhan,, da zanîn ku ger bi tevahî deriyê sînor bê girtin dê betalî pir zêde bibe wiha got: "Ger ku niha 50 kes keviran bavê polîsan dê ev hêjmar derkeve 500 kesan."
Xwediyê şîrtenên bazirganiyê Akif Kaya jî ani ziman ku 20 hezar welati li ser vî derî bazirganiyê dikin û ger deriyê bazirganiyê bê girtin dê 20 hezar welatiyên herêmê betal biminîn û çavkaniya wan a debarê bixetime.
Wekîlê Şaredarê Bajirgehê Tacettin Sefali jî anî ziman ku ev pêkanîn ambargoya navneteweî ye ji bo berjewendiyên şîrketên mezin welatiyên herêmê dikin qurbana xwe. Şeftalî, anî ziman ku hevdîtinên wan ên bi Wali u Qeymeqam re berdewam dike.
Cîgirê Midûrê Deriyê Gumrikê yê Bajirgê Akif Ertekin jî der barê mijare de agahî nedan.
SAMİ YILMAZ / DÎHA/COLEMÊRG