Gerîla Egîd Serhad li gerîla bi tembûrê lê dide û bi teknîka şelpe jî balê dikişîne ser xwe. Serhad da zanîn ku gerîla eleqeyeyek mezin nîşanî muzîka Elewî dide û got: “Beytên Elewiyan xwedî felsefek kûr e.  Dîsa di hundirê wê de berxwedan heye. Xweîfadekirina gelê ku li ber xwe dide ye.  Ev rewş rastiya me ye. Û ji me nequtkirî ye.”

Gerîla Egîd Serhad di 1985’an de li Eleşkîrt a Agiriyê ji dayik bûye. Di temenê biçûk de jiyana metropolên mezin nas dike. Eleqeya wî ya ji bo temburê li Stenbolê pêş dikeve, li hember beytên Elewiyan eleqeya wî zêde dibe. Tevî ku di malbata wî de kes li dijî muzîkê ne eleqedar e jî, Egîd bi eşqeq mezin ji tembûra xwe dûr nakeve. Demekê li dibistaneke tembûrê perwerdeyê dibîne û di çarçoveya derfetên xwe de, xwe pêş dixîne.Di 2008’an de dema zanîngeh dixwend, li dijî operasyonên li çiyayên Kurdistanê berdewam dikir, li dijî terora polîs a li ser gelê Kurd bêdeng nema û  zanîngeha ku beşa fîzîk dixwend, terk kir û derket çiyayan.


Ji beytên Elewîtî hunerê diafirîne

Egîd piştî hat çiyayê Kurdistanê jî eleqeya xwe ji tembûra xwe nebirî.  Ji ber şert û mercên zehmet yên gerîlayan derfetê lêdanê nedîtiya.Lê di sala duyem a gerîlatiyê de ev derfet dîtiye û dest bi lêdana tembûrê kiriye. Eleqeya gerîlayan a li dijî muzîka Elewiyan morelek mezin daye Egît.Egîd sedema eleqeya li dijî beytên Elewî wiha got: “Beytên Elewî xwedî felsefeyek kûr in. Dîsa di hundirê wê de berxwedan heye. Xweîfadekirina gelê ku li ber xwe dide ye. Ev rewş rastiya me ye. Ji me ne qutkirî ye. Ji bo vê gerîla ji beytan hez dikin. Li aliyê jî teknîka şelpe jî îfadeya hestên serhildêr a gerîla dijî.”


‘Elewîtî çandekê komunal e’

Egîd têkiliya felsefe û jiyana Elewitiyê û PKK’ê wiha vegot: “Elewîtî ne terzeke jiyanê ya ji me dûr e. Edalet, exlaq, jiyana komunal a di civakê de ji bo me her tim bûye mînak. Dîsa her tim aliyê bindest e. Elewitiya ku pergal hewl dide tine bike, reng û cewhera vê erdnîgariyê ye. Jiyana Elewîtiyê jiyana demokrasiyê ye. Divê ev nirx bên xurtkirin. Ji roja ku Rêber Apo dest bi têkoşînê kir Elewî parast.”

Egîd di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku gerîla ne tenê bi şer, bi çand û hunerê re jî eleqedar dibe, her gerîlayek nasnameya wan a hunerî jî heye û got: “Hevalên me yên di tevgerê de yên bi çanda xwe re eleqedar bûne û şehîd ketine hene. Hîna hevalên me yên têkoşîna vê didin hene. Gerîla ne tenê şervan di heman demê de hunermend e jî. Taybetiya ku gerîlayan ji artêşên din cuda dike ev e. Bi muzîk û wêjeyê re eleqedar dibin.  Mînak Hozan Sefkan, Hogir, Serhat, Mizgîn, Şîlan û Bakî. “


HELGURT BAGOK/ANF/BEHDÎNAN