Ji ber qutkirina ava Firatê rêjeya ava Firatê û gola bendava Rojava (Tişrîn) zêde kêm bû. Ji ber kêmbûna zêde ya ava golê gelek gundên di dema gola bendavê çêbûye de hatibûn binavkirin, diyar bûn.
Dewleta Tirk siyasetên şovînîst di derheqê gelê Sûriyê de didomîne û êrîşî gelên Bakurê Sûriyê dike. Senaryoyên êrîşên Tirkiyê bi awayekî zelal li ber çavan in. Lê Dewleta Tirk ne tanê wan rêbazan li dijî Sûriyê û bi taybet li Bakurê Sûriyê bi kar tîne. Di salên derbasbûyî de, hikûmeta AKP`ê timî herkîna ava Firatê a diherike Sûriyê û Iraqê qut dikir. Lê vê carê berî bi mehekê bi awayekî zêde herkîna avê qut kiriye û hindik maye ku av bi yekcarî qut bibe.
Ji ber qutbûna avê ku ji zêdeyî mehekê ve ye, rêjeya ava gola bendava Rojava zêde kêm bûye û bi sedan metre zeviyên derdora avê ku berê di bin avê de bûn diyar bûne, her wiha ji ber kêmbûna zêde ya avê, bi dehan malên ku dema bendav di sala 1999`an de hat avakirin, binavbibûn jî niha diyar bûne.
Dema ku bendav hat avakirin û gola avê çêbû miqdareke mezin a ava Firatê di gola li bakurê bendavê de kom bû û gundên Şêxan a jorin, Ewasî, Hiwêşe El-Tiyûr, Hiwêşe El- Dîşo, Hiwêşe El-Nayif, Qemlig û Bozan, beşek ji gundê Tilê El-Eber û Til El-Ehmer, Hiwêşe El-Hesyonî û El-Qube û El-Ceadat a Şêyem, ên rojavayê Kobanê bin av bûn.
Şêniyên gundên di sala 1999`an de bin av bûbûn, berê xwe dabûn gundên Kobanê, hinekê din jî berê xwe da bûn Minbic, Meskene û Reqayê.
Tê zanîn ku bendava Tişrînê di sala 1999`an de, bi armanca berhemdana enerjiya ceyranê hat avakirin.