Zimanê me mîna kilîta bidestxistina statûyeke siyasî ketiye rojeva me. Ez jî dixwazim deriyê vê quncikê bi vê mijarê vekim. Bo vê yekê jî ezê qişekî behsa çîroka Kurmanciya bakurê-rojava, wekî ku tê nasîn; Kurmanciya Mereşê bikim.
Di nava gundên me û bajêr (Dîlok) de heft  an heşt gundên Tirkan hene. Eşîra me Maxikan, eşîrek e ji eşîrên Atmiyan, ên li Meletî, Semsûr, Dîlok û Mereşê belavbûyî ne ye. Her çiqas cih û warên me li bakurê-rojavayê Kurdistanê (rojavayê Çemê Firatê) be jî em jî wek Kurdên herêmên din li bajêr hînî Tirkî bûne. Heta salên 90’î rewş bi vî awayî dewam kir. Piştî ku zozana me ya li Doxanşar -hinek dibêjin Wêranşar- a Meletiyê ji hêla dewleta Tirk ve hate qedexekirin, gundiyên me yên ku bi koçertiyê debara xwe dikirin, berê xwe dan bajarên xelkê û derveyî welat. Japonya, Awustralya û Ewropa kirin warên xwe yê nû. Piraniya eşîrên bakurê-rojava Sinemilî û Atmî ne. Her çiqas piraniya Atmiyan, bi taybetî jî yên çiyayî, heta van demên nêzik bi Kurdî biaxivin jî, gundên li deştê bi war bûne ji zû ve dest bi dengkirina Tirkî kirine. Ên Kurdî dengdikirin jî hinek gotinên Tirkî dixistin nava Kurdiya xwe. Ji ber vê yekê jî Kurdên ji herêmên din henekên xwe bi Kurdiya hêla me dikirin. Li herêmê ewqas fîşalkirî (abartılı) nebe jî dema behsa devokê Mereş, Meletî û Dîlokê dihate kirin, gotinên mîna “qêpî qapatmîşka (derî bigire), daçolişim (dixebitim)” weke mînak dihatin gotin. Lê rewş diguhere...
Ronakbûna Kurdî, ya ku bi têkoşîna hevdemî pêşket, bandora xwe li hêla me jî kir. Kêm be jî ji vê herêmê jî di nava ev bîst salên dawî de gelek stranên bi devokê herêmî hatine tomarkirin û êdî fîlmên bi Kurdiya herêmê têne kişandin. Bi vê yekê re hem xelkê herêmê hem jî Kurdên din êdî tama Kurdiya hêla me jî nas dikin. Herwiha kesên ku li ser vî devokî hinek lêkolîn kirine, dizanin ku mesele ne meseleya ‘qêpî qapatmîşka’ ye...
Îro înternet ketiye heta gundan. Baş e an nebaş e; niha mesele ne ev e, lê tiştê ku bala mirov dikişîne ev e ku gundî û bajarî tev li ser înternetê bi hevdu re tenê bi Tirkî dinivîsin. Ên li cîhanê belav bûne û li Japonyayê, Awustralyayê û li Ewropayê dijîn, ku hinekan têkiliya xwe bi Tirkan re nîne û zarokên wan Tirkiye jî nedîtine, lê îro bi Tirkî dengdikin. 
Birîna zimên birîneke kûr e û birîna me giştan e!..
Bi saya têkoşîna Kurdan a ev 35 sal e bi buhayeke pirr giran tê meşandin, îro hejmareke mezin a kesên bi Kurdî dinivîsin û dixwînin derket holê. Li refên pirtûkxaneyan gelek pirtûkên bi Kurdî hatine nivîsandin an jî ji zimanên din hatin wergerandin rêzbûne. Bi sedan malperên înternetê, bi dehan kanalên televîzyonê, rojnameyên rojane, kovarên heftane û mehane bi Kurdî weşanê dikin. Piraniya Kurdan navên bi Kurdî didin zarokên xwe. Filmên Kurdî di qadê navneteweyî de xelatan hildigirin. Li başûrê Kurdistanê jî perwerde bi Kurdî ye. Lê hên Kurd jî, Kurdî jî bê statû ye...
Îro di çareseriya pirsgirêka Kurd de gavên sereke bi statûya zimanê Kurdî ve hatiye girêdan. Niyeta dewleta Tirk a ji bo çareseriyeke siyasî jî bi nêzikbûna wê ya bi zimanê Kurdî ve tê pîvandin. Bi hezaran girtiyên Kurd ên li zindanên Tirkiyeyê ji bo pêşî ji perwerdeya Kurdî re vebe xwe nêzikî 70 rojan birçî hiştin û hindik ma bû ku hinekan bona vê yekê jiyana xwe ji dest bidin... Yanî mijareke ewqas girîng e, mijareke jiyanî ye!..
Nizanim ezê bikaribim ji binî vî karî rabim an na; lê min xwest bi dûbarekirina derdê Kurdî dest bi nivîsandina vê quncikê bikim. Bila Xizir bi me re be! Dema we xweş û çaxa we bi xêr be!..