Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cihanê deklarasyonek weşand.

KJK´ê di destpêkê de bi wesîleya rojê got: ”Ji çiyayên Kurdistanê ku li ser erdnigariyê wê beriya bi hezaran salan bi pêşengiya jinan cara yekem civakîbûn çêbû û tovên çanda jiyana hevbeş hate reşandin, em we bi hezkirinê hembêz dikin û bi eşqa xwe ya jiyana azad û têkoşîna me ya bêhempa, we silav dikin.

Dîroka jinê ya berxwedanê ye

KJK´ê di dewamê de got; ”Li hemberî hemû hewldanên bêhafizakirin û bêdîrokkirinê yên pergala serdest, em pirr baş dizanin ku em jin xwedî dîroka berxwedanê ya mirovahiyê ya herî dirêj, herî kevn û herî bingehîn in. Em careke din hemû jinên zana û berxwedêr ku di vê pêvajoya berxwedana daîmî de li hemberî pergala desthilatdar, baviksalarî, zayendperestî û dijminê jinan canê xwe dane, bi wesîleya 8’ê Adarê bi bîr tînin.

Koordînasyona KJK´ê di dawîiyê de biryardariya xwe wiha raber kir; “Ruhê serdema me fermana bilindkirina têkoşîna azadiyê dide. Mîna ku em dikarin serdema xwe biguherînin çaxê azadiya jinê. Werin, em ji bo vê armancê bibin yek. Wek jinên cihanê rabin ser piyan. Em dibêjin, berxwedana jinan rê li ber azadiyê vedike.”

 

ANF/BEHDÎNAN