ŞÊRÎN MIHÊDÎN / ANHA/ KOBANÊ
Kargeha Vîna Jinan ku sala par ji bo amedekirina pêdiviyên zivistanê hatibû vekirin, ev mehek e dîsa dest bi xebatê kiriye.
Di kargehê de 10 endamên jin ên kantona Kobanê dixebitin.
Bi taybet jinên ku xwendina wan tine ye û nikarin cihê xwe di tu saziyan de bigirin, dikarin cihê xwe di vê kargehê de bigirin û pêwîstiyên xwe yên jiyanî bi dest bixin.
Heta niha jinên kargehê gelek karên pêdiviyên zivistanê çêkirine. Di nav van karan de ava firiniyan, firingiyên hişkkirî, fasuliyên hişk, nok, bazêla, kundir û bacanên hişkkirî her wiha dê gelek pêdiviyên din di demên pêş de çêkin.
Hesabgira Kargeha Vîna Jinan Şêrîn Hacî têkildarî xebata kargehê axivî û got: “Me ev kar bi taybet ji bo jinên ku xwendina wan tine ye û nikarin di ti saziyan de kar bikin, vekir. Em dixwazin hemû jin cihê xwe di nava vê xebatê de bigirin.”