
SEYÎT EVRAN / ANF / SILÊMANÎ
Ber Derge Sera, li navenda Silêmaniyê ye, qesra kevin a rêveberiya bajêr û hesarên wê li vê deverê ne; berê yek ji deriyên ketina bajêr bû ev dever. Niha bi xwe navenda bajêr e, navenda bazara giştî ya Silêmanî ye.
Dîroka Ber Derge Sera
Ber Derge Sera li gorî xelkê, ew dever e ku dema salên 1920´an Ingilîz û artêşa Iraqê çûn bajêr dagir bikin, lê dîwarekî parastinê hat lêkirin. Şervan li aliyê hundir ê dîwar bûne û di kunên piçûk re gule li djiminên xwe reşandine . Ber bi dawiya salên 1920´an ve, serhildana Şêx Memûd Berzencî dest pê dike. Balefirên şer ên Ingilîz, hêzên Kurd bombebaran dikin û serhildanê tepeser dikin. Ha wan salan ew dîwarê Ber Derge Sera hatiye lêkirin.
Posterê Berzenci, bustê Pîremêrd
Li meydana li pişt dîwarê paraztinê posterekî dêwane yê Şêx Mehmûd Berzencî hatiye danîn û îşaret bi wê dîroka lêkirina dîwar û Serayê dike. Hema li cem poster jî bustekî ji helbestvanên mezin ê Başûrê Kurdistanê Pîremêrd heye.

Çayxana Şeb a li Derge Serayê
Çayxaneya navdar û dîrokî a bajarê Silêmaniyê Çayxana Şeb ango çayxaneya xelkê jî li vê meydanê ye. Ev çayxane mekanekî cazib e ji bo gelek wêjevan, hunermend û siyasetvanan. Ji bilî wan gelek berxwedêran jî xwe li vê çayxaneyê girtiye. Bi vê karaktera xwe ecêb jî be, çayxaneya xelkê ye, ya şebî (ji peyava şe’b Erebî tê maneya gel, xelk) ye ev çayxaneya mekanê elîtan.
Serpêhatiya Çayxana Şebê sala 1930’î dest pê dike. Mîrza Huseyn li Ber Derge Sera, xaniyekî dîwar ji keviran û serê bi axê girtî, dike hotel. Ha li qatê zemîn ê wî xaniyî, li serkoşeyê jî çayxaneyê tê vekirin. Kesê ev çayxane hingê vekirî jî Westa Şerîf ê sala 19010´an ji dayik bûyî ye; ew xelkê Silêmaniyê ye. Westa Şerîf, sala 1950’î çayxaneya xwe mezin dike û navê Çayxana Şeb lê dike.
Westa Şerîf hemû rojnameyên rojane yên hingê tîne çayxaneyê. Kesên tên çayxaneyê jî rojnameyan dixwînin, minaqeşeyan li ser wêje, helbest û huner dikin. Gava Westa Şerîf sala 1981´ê wefat dike, mîrata wî ji zarokên wî re dimîne.
5 kurên Westa Şerîf
Kurê mezin ê Westa Şerîf, 5 salî dest pê dike li cem bavê xwe bişixule, ango du salan piştî ku bavê wî çayxaneyê vedike. Paşê kurê wî Omer tê dinê ku 65 salî ye. Ew jî gava mezin dibe li cem bavê xwe dixebite. Paşê birayê wî Hîwa tê dinê ku îro 52 salî ye, ew jî li cem bavê xwe kar dike. Piştî Hîwa jî Celalê niha 40 salî tê dinê. Ew hîna negihiştiye bixebite, bavê wî rehmet dike; lê niha ew jî ji 5 birayan e ku çayxaneyê dixebitîne.
Piştî wefata bavê xwe bira destûrê didin lîstina domîno, tawle û kişikê.
Dîwarên wêneyên dîrokê
Li ser dîwarên Çayxana Şebê siyastvan, diîrokzan, nivîskar û hunermendên bi wêneyê xwe cihê xwe girtine. Ji bilî van wêneyên gerîla û pêşmergeyan jî hene. Ev wêne di heman demê de kêliyên dîroka Kurd jî nîşanî mêvanên xwe dikin.
Nîzama van wêneyan jî heye. Ji bo hunermendan beşek, ji bo serokên Kurd aliyek, ji bo wejevan, muzîkjen, gerîla û pêşmergeyan jî beşên cihê hatine veqetandin.

Gotina Ocalan a li ser dîwêr
Li Çayxana Şeb a ku li ser dîwar herî zêde bala min dikişîne, beşa serokan bû. Îbrahîm Ehmed, Mam Celal, Mele Mistefa, Îdrîs Barzanî, Newşîrwan Mistafa, Dr. Qasimlo, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan… Ji her lîderekî gotinek hatiye girtin û bi Soranî li binê wêne hatiye nivîsandin. Gotina herî balkêş jî ya Ocalan e: “Kurdbûn êşeke mezin e. Lê reva ji wê jî xiyanet e!”
Ev gotin bala her mêvanê çayxaneyê dikişîne ser xwe.
Mekanê hunermendan
Kurdo Karwan ê 70 salî ev 40 sal in sereqet tê Çayxana Şeb. Çar dîwanên Kurdo Karwan ên helbestan hene û li çayxaneyê jî koşeyeke wî heye. Çawa dikeve hundirê çayxanê. diçe û li cihê xwe rûdine. Karwan ji hevalên nêz ên Şerko Bêkes e.
Kurdo Karwan dibêje, “Heta mirina xwe, Şerko Bêkes ji vir derneket. 50 salan hat û çû.” Ji bilî wî kî diçû vê çayxaneyê; “Mamoste Goran, Pîremêrd, bavê Şerko, Taha Bêkes, Îbrahîm Ehmed, Mihemmed Salih Dîlan, Kamuran Mukrî, Abdullah Cewher, Huseyin Arif, Ayn Haba, Dilşad Merîwanî, Şerzad Hesen, Rauf Begir” û gelekên din. Ji bilî van întellektuelên mîna Prof. Dr. Izzedîn Mustafa Resûl, Prof. Dr. Marûf Xeznedar û Remzi Mela Marûf jî mudawîmên vê çayxaneyê bûn. Hesen Zîrek, Mihemed Ceza, Kerîm Kaban jî carinan çûne vê çayxaneyê.
Kurdo Karwan dibêje, heta salên 1990’î bi tevkariya hosteyên çayxaneyê minaqeşeyên wêje û huner hatine kirin; “Ewên ji me mezintir, mamosteyên me Mamoste Goran, Pîremêrd, Taha Bêkes, ew wan minaqeşe dikirin, hingê hîna em nû bûbûn helbestvan. Piştî wan, me jî minaqeşe dewam kirin, lê ne weke wê demê.”
Tûrîst û mêvanên bajêr berê xwe didinê
Çayxana Şeb ji bo mêvan û tûrîstên Kurd û xerîb jî mekaneke ku divê bibînin. Heger rojekê berê we jî bikeve Silêmaniyê, di rê de ji kesekî bipirsin, ileh wê zanibe rêya wê ji we re terîf bike.