Çayxaneya Çandî ya Xurmatû ji bo komkirina netewe, ol, çand û rengên cuda bûye navendek. Rêvebirê Çayxaneya Çandî ya Xurmatû, Îbrahîm Ebdullah dibêje; “Çayxaneya me navendeke wêjeyî, hunerî û rewşenbîrî ye. Ji bo xwendevanan, ji bo lidarxistina semîner û çalakiyên cuda ev çayxane navendek e.” Li navçeya Xurmatû ya ser bi Selahedînê, piştî 30 salan Çayxaneya Çandî bi hewldana Meclîsa Gel a Hewarçûnê û Geşepêdanê hate vekirin. Çayxaneya Çandî ya Xurmatû ji bo hemû çand, netewe, ol û rengên  cuda bûye navendek e; ji bo xwendina pirtûkan, vexwarina çay, qehwe, birêvebirina semînerên guftûgoyê, bihurandina demê ew guncaw e.

Mala dostên wêjeyê

Rêvebirê çayxaneyê Îbrahîm Ebdullah dibêje, “Çayxaneya Çandî ya Xurmatû yek ji projeyên Meclîsa Gel a Hewarçûn û Geşepêdanê ye. Beriya bi çar mehan hate vekirin. Armanca vekirina vî cihî komkirina hemû netewe, ol, çand û rengên cuda ye. Herwiha navendeke wêjeyî, rewşenbîrî ye ji bo hunermendan. Dostên wêjeyê û xwendevan ji bo lidarxistina semîner û çalakiyên cuda tên vir.”

Tişta ku Çayxaneya Çandî ya Xurmatû ji cihên din cuda dike, ew e ku bi tiştên çandî hatiye xemilandin û goşeyeke wê jî pirtûkxane ye. Goşeyeke wê ya din jî ji bo pêşandanan tabloyên hunerî hatiye veqetandin. Ji derveyî vê, di nava çayxaneyê de çend lîstiken kevin ên Kurdewarî û neteweyî tên lîstin. Herwiha hinek caran jî bi aweyekî zindî stran tên gotin û ji muzîk tê jenandin.

Piştî 30 salan bi miradê xwe şa bû

Rêvebirê çayxaneyê, Îbrahîm Ebdullah têkilarî vekirina çayxaneyê dibêje; “Ev 30 sal bûn, Xurmatû ji çayxane û qehwexaneyê bêpar bû. Ti cihekî wiha nebû. Li vir pirtûkxane, xeta înternetê û lîstikên weke setrenc û tawlê hene. Herwiha pirtûkxaneyeke mezin heye ku ciwan ji bo xwendinê û bikaranîna înternetê, vexwarina çay, qehwe, guftûgo û bihurandina demê serdana vir dikin.”

BOTAN GERMIYANÎ / ROJNEWS/SELAHEDÎN