Kauder li ser mijara ewlekariya global û tehlûkeya DAIŞ´ê dibêje, weke hikûmet ya ji destê me tê em dikin û balê dikişîne ser alîkariya sîlehan a bi hêzên pêşmerge re hatiye kirin. Dema kovar balê dikşîne ser dewra PKK´ê di şerê li dijî terorîzma DAIŞ´ê, Volker Kauder dibêeje, "em nikarin lê temaşe bikin ku DAIŞ bajarên girîng ên li ser sînor bi dest bixe û her diçe ji bo ewlekariya global a dinayayê bibe tehlûkeyeke mezintir, ev nabe ku çareserî be. Ji ber wê jî dibe ku komên din jî werin destekkirin. Lê helbet evê ne li dijî Tirkiyeyê be, ev ê bi Tirkiyeyê re be. Ev yek ji bo destekdayîna PKK´ê jî wisa ye. Helbet rîskên hemû operasyonên şandina sîlehan hene. Lê heke DAIŞ neyê rawestandin tehlûke hîna ji vê mezintir e.


´Helwêsta Tirkiyê nayî qebûlkirin´

Li gorî serokê koma partiyên Xirîstiyan Demokrat ên parlemana Elmanyayê Volker Kauder rexneyan li helwêsta Tirkiyeyê digire û dibêje, "Tirkiye lojîstika DAIŞ´ê di ser sînorên xwe re asteng nake, li gorî hin nûçeyan zehmet kirine xwespartin xelkê Kobanê û bêyî ku bişêwirin çeperên PKK´ê bombebaran kirine, ev nayê qebûlkirin. Li ser vê yekê divê em bi awayekî lezgîn bi hevgirên xwe yîn di nava NATO´yê de bipeyivin. Lewma rewşeke heye ku dikare ferza hevpeymanê bi lez derêxe holê. Û bi ser de jî sîstemên sîlehan ên elman jî li ser sînorên bi Sûriyê re ne."

FRANKFURT