Daxuyaniya Kongreya Civaka Demokratîk wiha ye: “Ji beriya her tiştî em helbestvanê mezin Cigerxwîn bibîr tînin. Jiyana û serpêhatiya helbestvanê Kurd Cigerxwîn ji bo netewa gelê Kurd û rizgariya gelên bindest wekî dibîstanekêye. Helbestvanê nemir Cigerxwîn li Bakûr ji dayîk bûye, li Rojava bi cîh bûye û li Başûr dengvedaye. Di ciwaniya xwede vegeriyaye Amedê,di medreseyan de xwendiye. Bi zimanê xwe xwe perwerde kiriye, wêje û rizgariya gelê Kurd wekî hev dîtiye. Hebûn û rizgariya gelê Kurd bi rista helbestên xwe ji bo cîhanê qêriyaye.
Rûreşiya cîhanê aniye ziman
Xêzanî ya gelê Kurd, hawara gelên bindest bi felsefeya nûjen a sedsala 20’emîn vegotiye. Bingehê hemû helbestên helbestvanê mezin hebûna xwe ji jiyana gelê Kurd girtiye. Ji ber vê jî ne tenê xîzaniya gelê Kurd aniye ziman, di heman demê de rêya rizgariyê jî nîşanî Kurdan kiriye. Bi xwe tevlî nava gelek serhildan û dinava rêxistinên serhildêr de cihê xwe girtiye.
Ji bo nifşên nû bûye feyz
Mamosta û helbestvanê nemir bi van hest û helwesta xwe kariye ji bo nifşên nû bibe bingehê îlhamê. Cigerxwîn ji bo me Kurdan mamosta, rêber û wekî dibîstanek ya zimanê Kurdî bû.
Heya îro sîstemên desthilatdar rê nadin ku gelê Kurd bi rihetî bi zimanê xwe yê dayîkê perwerde bibin. Lê pêwîste em jî wekî mamostayê mezin bêjin; “ Emin, Em Kurdin” li her cihî dest bi perwerdeya xweya zimanê dayîkê bikîn.
Ji bona vê, tenê em jiyana hostayê mezin Cigerxwîn bi bîr bînin bese. Azadiya ziman ne destê desthiladaran de ye. Di destê me de ye. Dara zimanê Kurdî em şîn bikin bese. Ev zimanê şêrîn, ev zimanê dîrokî, ev zimanê bi edeb li benda me ye.
Bi van hestan em 29’emîn salvegera dilovaniya helbestvanê Kurdê nemir Cegerxwîn bi minet û bi rêzdarî bibîrtînin.
Cegerxwîn li Hesekê hate bibîranîn
Saziya Çand û Hunerê ya Hesekê helbestvanê Kurd ê bi nav û deng Cegerxwîn di 29'emîn salvegera koça wî ya dawî de bi semînerekê bi bîr anî.
Semîner li navenda Çand û Hunerê ya Hesekê bi beşdariya dehan helbestvan û welatiyan bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endamê Saziya Çand û Hunerê Ehmed Ereb li ser jiyana Cegerxwîn û rola wî ya di pêşxistina wêje û helbesta Kurdî de axivî. Ereb, diyar kir ku Cegerxwîn di heman demê de ji bo civaka Kurd jî gelek têkoşîn daye.
Helhestvanê Kud Cegerxwîn ku navê wî yê rastî Mele Şêxmûsê Hesen Mihemed Elî ye, di sala 1903'yan de li gundê Hesarê yê girêdayî bajarê Êlihê yê Bakûrê Kurdistanê jidayîk bûye û di cenga cîhanê ya yekemîn de tevî birayê xwe koçî Rojavayê Kuridstanê kiriye. Cegerxwîn ku li bajarê Amûdê bicih bibû, di sala 1978'an de koçî Ewropa kir û di 22'ê cotmeha 1884'an li paytexta Siwêd Stokholmê jiyana xwe jidest da. Cegerxwîn gelek pirtûkên giranbuha li pey xwe hiştin û gelek helbestvanên Rojava di dibistana Cegerxwîn de fêrî nivîsandina helbestan bûne.
HESEKÊ