Saziya Zimanê Kurdî (SZK), bi beşdariya nunerên Tevgera Civaka Demokratîk, Navenda Zanist û Perwerdeyê ya Jinan, Konfedresyona Xwendekarên Kurd yên Welatparêz, Saziya Ramanê ya Nûrî Dersimî, nivîskar, rewşembîr û Navenda Rewşen Bedirxan a Jinan Seydayê Cegerxwîn bibîr anî. Bi munasebeta bîranînê, li ser gora Cegerxwîn a li hewşa mala wî ya li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê merasîmek hate lidarxistin. Di merasîma ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de li ser navê SZK, Navenda Zanist û Perwerdeya Jinan, Tevgera Civaka Demokratîk û Saziya Ramanê ya Nûrî Dêrsimî axaftin hatin kirin. Di hemû axaftinan de li ser rola Cigerxwîn a di wêje, helbesta Kurdî û perwerdeya zimanê Kurdî de hate rawestîn.


Li Êlihê panêl

KURDÎ-DER’a Êlihê jî bi minabeta 29’emîn salvegera wefata helbestkarê nemir Seydayê Cegerxwîn panelek li dar xist. Nivîskarê rojnameya me Ferhatê Dengizî di panelê de axivî.  Dengizî diyar kir ku ew bi helbestên seydayê nemir ji xewa giran hişyar bûne. Endamê meclisa KCD’ê Osman Ozçelîk jî anî ziman ku Cegerxwîn ji bo gelê Kurd bigihîje azadiya xwe di gelek waran de têkoşîn meşandiye û ji bo şiyarbûna gelê kurd gelek ked daye. Di panela ku nivîskar Nîhat Ekîncî modeatoriya wê kir de hevalê Cegerxwîn helbestkar Xelîl Mihemedê Eliyê Ûnis j îli ser kesayetiya Cegerxwîn axivî. 

QAMIŞLO / ÊLIH