Hevserokatiya Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK), bi wesîleya Cejna Qurbanê peyamek weşand. Di peyamê de hat ragihandin ku alema Îslamê Cejna Qurbanê di rewşa şerekî dijwar de pîroz dike û hat gotin, “Em Cejna Qurbanê ya tê wateya maf, edalet, wekhevî, aştî û biratiyê pîroz dikin û hemû berxwedêrên ji bo Rojhilata Navîn a nirxên Cejnê lê serdest be têdikoş in, bi rêzdarî silav dikin.” Di peyamê de hat diyarkirin ku hin hêzên paşverû, Cejna Qurbanê li gelên Rojhilata Navîn kirine jehr û hat destnîşankirin ku li Rojhilata Navîn êrîş li nirxên Cejnê tên kirin û ji ber ku ev êrîş ji aliyê hêzên maskera Îslamê li rûyê xwe pêçandine tê kirin, Cejn bêtir bi êş û dilşikestî bûye.” 


´Heyecanê cejnê nehiştin´
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di dewama peyama xwe de ev xal destnîşan kir: “Cejn, li ser bingeha maf, edalet û wekheviyê tên wateya aştî, aramî û biratiyê. Cejn ew kevneşopî û çand e ku dibe sedem ev hemû nirx bibin jiyana gelan. Cejna Qurbanê û hemû Cejn, banga li çawaniya jiyana gelan e. Her cejn banga jiyana azad, demokratîk û adîl e; di çarçoveya wekhevî û biratyê de banga jiyanê ye. Di roja îro de hêza ku li Rojhilata Navîn bersiva herî baş dide vê banga jiyanê û dixwaze Rojhilata Navîn bike cihê cejnê, Şoreşa Rojava ye. Êrîşa li hemberî Şoreşa Rojava jî, êrîşa li hemberî nirxên Cejnê ye. Yên êrîşî Kobanê dikin, faşîstên dijminê Cejnê ne. Ya ku DAIŞ‘ê herî baş pênase dike têgîna JÎTEM’ê ye. JÎTEM a li Kurdistanê li serê gelê Kurd kirin bela, hêzeke tarî bû ku ji aliyê hêzên kûr ve hat afirandin. Li pişt vê hêzê jî hêzên dijberên Kurdan hene. Li pişt DAIŞ‘ê jî hêzên dijminê gelan hene; hêzên dijminê Kurdan hene.”

´Cejnê bikin berxwedan´

KCK destnîşan kir ku di serî de Kurd, tevahiya alema Îslamê bi xemgînî dikevin Cejna Qurbanê û li dijî hêzên dijberên cejnê yên jiyan li Rojhilata Navîn herimandine, îro di serî de li Kobanê tevahiya Şoreşa Rojava li ber xwe dide. Daxuyanî wiha dewam dike: “Ji ber vê yekê divê hemû Misilman, di vê Cejna Qurbanê de li cem Kobanê û Şoreşa Rojava cih bigirin; dûayên xwe ji bo serketina Kobanê û Şoreşa Rojava bikin, ku ev şoreş dixwaze Cejnê bîne Rojhilata Navîn. Yên xwedî li nirxên Cejnê derdikevin, pêwîste di vê Cejna Qurbanê de li cem berxwedêrên kobanê yên xwedî li nirxên Cejnê derdikevin û bi lehengî li ber xwe didin, cih bigirin. Ev Cejna Qurbanê jî wê bi berxwedana parêzvanên nirxên Cejnê yên li Kobanê derbas bibe. Lewma divê tevahiya mirovahî, di vê Cejnê de li dijî DAIŞ’ê ku JÎTEM a Rojhilata Navîn e û hêzên li pişt wê berxwedanê bilind bikin. Pêwîste di vê Cejnê de li Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û li her cihî li dijî faşîzma DAIŞ’ê berxwedan bê dayîn.”

ANF/BEHDÎNAN