Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem bi munasebeta Cejna Qurbanê piştî nimêjê gel bi girseyi çû serdana Goristana Wargehê. Li goristanê Serokê Şaxa Civaka Îslamî ya Kurdistanê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Mele Tofîq Cejna Qurbanê li tevayî cîhana Îslamê û gelê Kurdistan pîroz kir. Mele Tofîq da dîyarkirin ku mirovên di rêya rast û başiyê de bi rê ve neçe, yê xerabiyan bike li cîhana din diçe cehennemê û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Di cejnan de deriyê tobekirinê ji her kesan re vekiriye. Her kes dikare rêya xerabiyê berde û ji aliyê Xweda ve were efûkirin.” Mele Tofîq di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Bi Hêviya ku ev cejn bibe cejna azadkirina Rêbertî, gelê Kurd, Kurdistan û tevayî gelê bindest em cejna mirovên Misliman pîroz dikin.”
Li ser navê Meclîsa Gel a Demokratîk a Wargehê jî Ehmed Nêrwehî cejna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd û kesên di zîndanan de pîroz kir. Ehmet Nêrwehî wiha got, “Cejn, wateya azadî, kêfweşî û biratiyê ye; lê mixabin dewleta Tirk a faşîst û xwînxar zilmê li ser gelê Kurd dike. Va ye 45 roj e, gelê Kurd di zîndanan de ji bo azadkirina Rêberê xwe ketiye greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger. Dewleta Tirk xwe kerr kiriye, çapemeniya wan jî çavên girtiye û qet behsa çalakiya berxwedêrên gelê Kurd nakin.” Ehmed Nêrwehî herî dawî wiha got: “Em hêvîdar in ev cejn bibe wesîleya azadiya Rêbertî, jiyanek azad û welatek wekhev.”
MEXMÛR