Heyva Sor a Kurdistanê, alîkariyên Cejna Qurbanê li xelkê Efrînê yê li herêma Şehbayê û li xelkê Bakurê Kurdistanê yên li deverên wêrankirî, belav kir.
Heyva Sor a Kurdistanê beriya niha ragihandibû ku ew ê îsal alîkariyên Qurbanê ji bo xelkê Efrînê û hewcedarên li deverên din ên Kurdistanê berhev bike.
Rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê diyar kir ku wan bi buhayê 150 hezar Euroyî qurban li Efrîniyên herêma Şehbayê belav kirine.
Alîkarî bi rêya xebatkarên Heyva Sor a Kurd li xelkê Kampên Serdem û Berxwedanê hatin belavkirin.
Piştî ku bi sed hezaran Efrînî ji ber êriş û zilma dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê neçar man berê xwe bidin Şehbayê, Heyva Sor kampanya alîkariyê dest pê kiribû. Di nava 7 mehên derbasbûyî de, bêhtirî mîlyonek Euro alîkarî ji bo xelkê Efrînê hat şandin.
Heyva Sor her wiha bi minasebeta Cejna qurbanê, bi buhayê 150 hezar euroyî qurban jî li xelkê Cizîr, Gever, Sûr, Nisêbîn, Hezex, Silopiya û Şirnexê belav kir.
NAVENDA NÛÇEYAN