ERKAN GULBAHÇE / SAARBRUCKEN

Li gorî baweriya Êzîdiyan hezar û yek navên xwedê hene û Ezda û Êzîd ji van navan in. Ji ber vê jî cejna wan a herî muhim jî Cejna Êzî ye. Ev cejna rojiyê ye. Her sal 3 hefteyan, her hefte 3 rojan rojî tê girtin heta înê û roja înê jî cejn e. Beriya rojiyê di “Roja Serbirê” de Êzîdî qurbanekê serjê dikin. Beriya cejnê bi rojekê jî serdana goran, ziyaret û perestgehan heye. Di rojiyê de hîç xwîn nayê rijandin.

Hefteya sisiyan roja înê yanî ya cejnê Cejna Êzî ye. Ji bo pîrozkirina cejnê li eyaleta Saarlandê ya li Elmanyayê şahiyek hebû û Şêxê Êzîdî Ferîd Nebo, ji Civaka Îslamiya Kurdistanê Mele Botî, ji Sîwana Jinên Êzîdî Kasim Agirman û Zero Agirman li ser cejnê peyivîn.

Şêx Ferîd Nebo yê ji Efrînê: Rojiya hefta yekê ji bo Xwedê ne, yên hefteya diduyan ji bo Şêşims in û sê rojiyên hefteya sisiyê jî ji bo miletê Êzîdî ne. Kesê rojî bigire xwe bi temamî dide dest xwedê, xwe ji xirabiyan hemûyan dişo û pak dike. Cejna Êzî ewqasî muhim e ku em kîn, dijminatî, û xeyd û silbûna di nava xwe de didin aliyekî.  Jixwe kesê vê neke xwe nade dest xwedê.

Ji ber ku qirkirina li Şingalê hê jî birîneke teze ye, dilê me şikestî ye, xemgîr e. Em êşa wan jinên Şingalê yên hîna winda di dilê xwe de hîs dikin û di pîrozbahiya me de xembariyek heye. Weke Şêxekî Êzîdî sûcên li dijî mirovahiyê hemûyî bûyî ez di dilê xwe de hîs dikim, dilê min bi hemûyan dişewite.

Miletê me yê li Ewrûpayê divê ji halê miletê me yê li welêt fêm bike û li gorî wê rabe û rûne. Ji ber vê jî ji destê kê çi bê, bila ji bo alîkariya penaberên di kampan de yên li welêt bike.

Zekiye Agirman: Cihê êş û azarî ye, em nikarin cejna xwe jî bi hev re pîroz bikin. Îro li Saarlandê, li sê holên cihê Cejna Êzî tê pîrozkirin. Lê belê li welêt di Cejna Êzîd de ew malbatên xwîniyên hev jî bûn li hev dihatin. Di êşan de jî di şahiyan de jî bi hev re bûn. Weke jineke Êzîdî tika min ji rûspî û mezinên Êzîdiyan e ku yekîtiya Êzîdiyan bi ser bixin da ku Êzîdî karibin xwe biparêzin.

Zero Agirman: Cejnên li welêt cihê bûn. Sibehî zû em şiyar dibûn, me hazirî hemû dikirin. Xeyd û silbûn, dijminatî nedima. Cejna Êzî sembola tifaqa me bû.

Jiyana li Ewrûpayê rê û delîv çêkirin da ku ew zemîn çêbe û dijminê me karibe tovê fesadiyê di nava me de bireşîne. Li dijî vê divê em yekîtiya xwe çêkin.

Êzîdî divê li dora Rêber Apo bibin yek. Heta Rêber Apo derneket, me xwe vedişart, me nediwêrî bibêjin em Êzîdî ne. Herî dawî li Şingalê jî gerîlayên PKK´ê bi canbexşane li ber xwe dan. Ji bo qirkirinên nû nebin, divê em li dor PKK´ê bibin yek.

Mele Botî: Êzîdî beşek in ji miletê Kurd. Em jî weke CÎK´ê li vir in da ku cejna miletê me yê Êzîdî tevî wan bi coş pîroz bikin. Dîn hemû, esas ji bo xizmeta insanetiyê hene. Cejnên li ser navê dînan hemûyan jî bi vê armancê tên pîrozkirin.

Berê ji ber ku em dûrî bîreweriya neteweyî bûn, eziyet û zilmeke mezin li Êzîdiyan bûye. Niha bi xêra tevgera azadiyê ya Kurd, mirovên ji baweriyên cihê bi rehetî tên cem hev û cejnên hev pîroz dikin. Miletê Ezîdî bêhtirî hezar salî ye ku vê cejnê pîroz dike. Ya dikeve ser milê me jî ew e ku divê destekê bidin wan da ku azadtir û xurttir van cejnên xwe pîroz bikin.