‚Derfetên heyî nayên nirxandin‘
Serokê Enstîtûtuyê Ozmen destnîşan kir ku li dij xetereya li ser Zimanê Kurdî saziyek, an jî çend kes û komele nikarin xwe rabigirin û tiştê ku pêwiste were kirin jî wiha rawe kir: „Divê hemû sazî, rêixstinên siyasî û malbat bibin yek û li dij vê xetereyê xwe berpirsiyar bibînin. Divê li dij vê xetereyê ne tenê siyasetek berpirsiyar be. Ziman, zimanê hemû Kurdan e. Divê hemû Kurd; dewlemend, feqir, jin, mêr, mezin, biçûk her kese di vî warî de xwe berpirsiyar bibîne û bi ruheke seferberî nêkîzîkî vê pirsgirêka hesaes bibe. Di vê qadê de derfet hene, lê em tunin.“
Her qada jiyanê bikin dibistan
Ozmen bi munasebeta Cejna Zimanê Kurdî ji bo sazî, dezgeh û mirovên Kurd ev bang kir: „Banga me ji bo hêz û rêxistinên siyasî, çandî, hunerî, pîşesazî û bi taybetî malbatên Kurd ew e: Werin em bibin yek û di her qadên jiyanê de berpirsiyariyên xwe bînin cih. Werin, her qadên jiyanê têkin dibistan. Werin ji bo perwerdekirina mamoste û dersdaran hêzên xwe têkin yek. Werin li dewletên ku em lê dijîn, seferberiya qeydkirina zaroyên xwe bidin destpêkirin, da ku zimanê me bikeve dibistanên dewletên ku em lê dijîn. Em li diyaspora ewropayê nêzî du milyonan in û ji aliyê hejmarê de koma koçberan ya duyemîn in, lê mixabin mafê me yê hînbûna zimanê dayîka me hîn nîne. Ma ev ne şerm e?“
HUSEYIN BAKIR/ HAGEN