Ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li Iraq û Sûriyeyê, û ji ber zext û êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistan û Tirkiyeyê, Cejna Akîtû bi xemgînî hat pîrozkirin. Siyasetmedarên Swêdî û Suryanî li pîrozbahiyê axivîn û ji bo parastina Asûrî-Suryaniyan xwestin Neteweyên Yekbûyî bikevin dewrê û herêmeke ewle ava bikin.

Berdevka Polîtîka Derve û Parlamentera Partiya Lîberal Bîrgîtta Ohlsson da xuyakirin ku qirkirina 1915’an a li hemerî Ermenî-Suryaniyan û qirkirina îro ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve tê kirin, paralelî hev in.

Ohlsson bal kişand ser temsîliyeta Suryaniyan di parlamena Swêdê de û got, “Min gelek jinên Asûrî-Suryanî yên jêhatî û bi huner nas kirin. Lê belê heta roja îro jineke Suryanî cihê xwe di parlamentê de negirtiye. Îro li parlamentê 6 parlamenterên mêr ên Suryanî hene, lê jinek jî nîne. Pêwîst e ku li vê derê, ji bo jineke Suryanî di hilbijartinê de bi ser keve, her kes bixebite.”

Şaredarê Sodertalje Boel Godner anî ziman ku di nava komên koçber de koma herî zêde agehngî bi civaka Swêdê re çêkiriye, Asûrî ne.

Di pîrozbahiyê de Emanûel Bet Yoûnan û Nagdam Adwar Moûsa stran gotin. Ciwanan jî li ser çîroka Akîtû lîstikek şanoyê pêşkêş kir. 


 ANF/STOCKHOLM