Cejnan di dîrokê de li gor bûyerên ku destpêkê xêrê bûye ji bo gelan an ol û baweriyên cûda, watayên dîrokî lê hatiye barkirin, ji bo wê jî weke rojeke Sembol tê pîroz kirin, vî rojê îfadeya zivirînoke dîrokî bûye. Hemû Cejn jî wisa ne. Lê di salên dawî de cejn ji bo gelên tevahî Rojhilata Navîn di nava Şer û kaosê de derbaz dibe. Nirxên ku van Cejnan kiriye Cejn tê binpê kirin.  Li Kobanê, li Sedîye, Celewla û dawî jî nêzî Şengalê şer û pevçûn hene bi hemû wataya xwe di navberê hêz xêrnexwaz û hêzê xêrê da. Bi watayeke din şer di navberê hêzên Ronahî û tarîtî de ye. Gelan, mîna hezaran salên berê ji bo nirxên xwe ber xwe didin. Yên bin navê Îslamê şer dikin bi ti rengê ne ji dûr û ne ji nêz têkiliya wan bi Îslamê re nine. Ne xwe Serjêkirin, fetwaya Sûnnet kirina 4 milyon jin li Îraqê, çarmêx kirin û tecawizkirina jinan bi tekbîrên Allahuekeber kuştina mirovan çi têkiliya wê bi peyamên aştî û edaletê a Îslamê heye? Berxwedan li hember van hêzan û ji holê rakirina wan îro dibe cejna dûyemîn a dîrokî ji bo gelên Rojhilata Navîn û Gelê Kurd bi taybet. Ev bi serê xwe wezîfeyeke dîrokî ye û Gelê Kurd vê Cejna Berxwedanê pîroz dike.

 Berê me cilên nû ji bo cejnê dikirîn û şeva cejnê van cilan dixist bin serê xwe û radizan bi xeyalên ku hem şîrînî û hem jî pere kom bikin di roja cejnê de, Îro ciwanên me ji hemû beşên diherikin Kobanê û cilên şervanên Azadî li xwe dikin û dikevin çeperan li hemberî zilmê, van ciwanan bi hêviyên ku sibe kesek xeyalên zarokên me qirêj neke, ti kes careke din cesaret neke sînoran di navbera Kurdan de ava bike, berê xwe didin Kobanê. Îro cejne û çavên me hemû li ser Kobanê ye, ew der îro pîvana hebûn û tinebûna me ye, Kerkukê, Xûrmatû, Celewla û Sedîye, Şengal jî bin agirê de ne, lê ti der bi qasê Kobanê nebûye Hedefa êrişan. Berxwedana Kobanê jî naşibe ti cihên din a Kurdistanê, ji bo Kurdan Kobanê ne tenê ciheke stratejîke, lê  ji bo Kurdan hêviya pêşeroj û Modêlê ye.
Bi şev her kes xwe amade kir ji bo serê sibe cejnê li hevdû pîroz biken û serdanê hev biken, lê Şervanên azadî xew naken çavên wan di destê wan de sîlah û di destêke din de dûrbîn, her tişt dişopênin neke hoveke DAÎŞê were roja Cejnê li gelê bike şînê. Ew bi canê xwe parêzvanê nirxên hatine afirandin, ma ji wê bedewtir çi heye mirov bibe serbazê xwe û nebe serbazê ti kesî. Xelata Cejnê ji bê gelê me û zarokên me êdî ne pere û şîrînîye lê xelata mezin ewe dilê me îro li Rojava bi giştî û li Kobanê bi taybet li bide. Lê hefta Bihurî 68 Perlementerên herêma Kurdistanê ji bo naskirina Kantonên Rojava, di nava xwe de îmze komkirin lê rojeke derbaz nebibû 9 Perlementerên KDP îmzayên xwe kişandin ji ber kû çav li wan hat sorkirin. Mirov ew dem pirs dike, hûn nunerên kî ne ? ma gelê Kurd li Rojava be an Başur ne Kurdin? Eger nikarin weke ciwanên Bakurê Kurdistanê biçin çeperên berxwdanê, çima nikarin bi rastî nûneriya gel biken?. Gel îro ji we naskirina Kantonên Rojava dixwaze lê hûn çi difkirin? ti tişt, tenê pere, petrol û berjwedîyên hizbî.
divê werê zanîn kû di vê Cejna nû a berxwedanê da Gelê Kobanê bi tenê nine Perlemanterên din li ser îmzaya xwe îsrar kirin rexmê vekşîne KD‎P.
Peyamêk ji perlemanê dikarê bû bibe xelata Cejnê lê herksê wataye vê cejna nû a berxwedna Kobanê fam naken an naxwazim fam biken.Wê dîrok pir dersên tije ezmûn bi her kesê bide hîn kirin. Ji bo wî jî dibêjim " cejna Berxwedana Kobanê Pîroz be".