Di pîrozbahiya ku cara yekemîn Kurd, Ereb, Suryanî û Asûrî bi hevre tevlî bûn de, li ser girîngiya jiyana hevbeş hate rawestîn. Meşê ji Pêşiya Parka El Kendî ya li Taxa Wista destpê kir.  Di meşê de rêveberên El Asuriye Demokratîk, Partiya Yekîtiya Suryaniya, Kombûna Ciwanên Suriya Niştimanî, Kombûna Sivîl a Mesîhiyan, Partiya Asurî ya Demokratîk, Desteya Aşitiya Gel a Suryaniyan cihê xwe girtin. Her wiha rêveberên PYD’ê, Lijneya Dîplomasî ya Desteya Bilind, Partiya Çepa Demokratîk a Kurdên Suriyê, Partiya Demokratak Pêşverû li Suriyê, nûnerên ENKS’ê û gelek kesayetên olî û civakî jî amade bûn.


Nîqaşên li ser jiyana hevbeş

Piştî meşa pîrozbahî hate lidarxistin. Di pîrozbahiya de, li ser navê El Asuriye Demokratîk, Partiya Yekîtiya Suryaniya, Kombûna Ciwanên Suriya Niştimanî, Kombûna Sivîl a Mesîhiyan, Partiya Asurî ya Demokratîk, Desteya Aşitiya Gel a Suryaniyan axaftin hatin kirin. Di axaftinan de li ser rewşa welat û girîngiya jiyana hevbeş a bi hemû reng û dengan hate rawestîn. Axaftvanan destnîşan kirin ku li Suriyê netew, ol, bawerî, rengê wan çi dibe bila bibe, divê hemû pêkhate bi awayekî hevbaş karibin jiyan bikin. Piştî axaftinan peyamên PYD, Komûnistên Suriyê, Komeleya Çanda Suryanî  hatin xwendin.  Balkêş e ku cara yekemîn e welatiyên Kurd, Ereb, Suryanî  û Asurî bi hevre Cejna Ekîto pîroz dikin.
Tirbespiyê jî bi pêşengiya Komeleya Çandê ya Suryaniya bi tevlîbûna nûnerên TEV-DEM, Yekîtiya Star, Meclîsa Gel a Bajêr û rêxistinên siyasî yên Kurd û Ereban şahiyek lidar xistin. Di şahiya ku muzîk hate guhdarkirin û govend hate gerandin de koma zarokan jî stranên xwe pêşkêş kirin. Di şahiyê de her wiha wekî çandeke Suryaniyan li mêvanan şorbeşîr hate belavkirin. Di axaftinan li ser biratiya gelan hate rawestîn. 

QAMIŞLO