“Hezar û yek navên Xwedayî, navê herî şîrîn her Ezda ye”. Civaka Êzîdî rêûresmên olî yên taybet bi van gotinan dest pê dike. Li gorî felsafeya baweriya civaka Êzîdî, wan navê ola xwe ji navê xweda “Ezda” wergirtiye. Êzîdî ji bo têkiliya di navbera wan û Xwedayê wan de salane 3 rojan rojiyê digirin û ji berbangê heta rojavayê xwe ji xwarin û vexwarinê qut dikin. Rojên rojiyê, xwîn nayê rijandin, gotina nexweş nayên kirin û kar nayê kirin. Van rojan tenê dua têne kirin. Beriya rojiyê dermale têne serjêkirin û ji vê rojê re 'Roja Serbirê' tê gotin. Li gorî baweriyê, kesên rojîgir divê hay ji zimanê xwe hebin û gotinên nebaş nekin. Êzîdî di van rojan de îbadeta Xweda û belavkirina xêrxwaziyê ji giştî cîhanê re dikin. Roj li ba Êzdiyan pîroz e û li gorî mîtolojiya wan ew ronahiya Xweda li ser erdê ye û bêyî wê, ne pêkan e jiyan were domandin. Beriya rojiya Êzî jî bi du hefteyan rojiyên din hene û xelkê Êzdî 9 rojan rojiyê digire ango di her sê hefteyên destpêka Kanûnê de rojên “Sêşem, Çarşem û Pêncşemê” rojiyê digirin. Hefteya yekemîn “Rojiya Sêşims”, hefteya duyemîn “Rojiya Xwedan” û hefeteya sêyemîn jî “Rojiyên Êzî” ne û piştî wê jî cejna Ezî tê pîroz kirin. Li gorî Rêûresmên vê cejnê jî civak di destpêkê de beriya cejnê serdana goristanan dike û di roja cejnê de jî li ser ruhê miriyan xêr û bereketan belav dike. Paşê jî xelk diçe serdana malbatên hevûdu û cejna Êzî li hev pîroz dikin.
Cejna Ezda pîroz be