Ev cejn di navbera 14-17 Kanûnê de tê pîrozkirin. Ev cejn bi hezar salane di nava gelê Êzîdî de tê pîroz kirin û vê kevneşopiyê didin jiyandin. Li her cihê ku gelê Êzîdî lê dijîn bi hezkirin û kelecanek mezin vê cejnê didin jiyîn û ji vê kevneşopiyê tawîz nadin. Li her aliyê cîhanê ku gelê Êzîdî lê dijîn yek ji van şûnwaran jî warê bav û kalên wan gûndên Qubînê ye. Beriya 30-40 salan ku Êzîdiyan koçî Ewropayê nekiribû li Qubînê hejmara wan derdora 20-25 hezarî bû. Piştî salên 1970’yî ku Êzîdî dest bi pênaberiyê dikin diçin welatên Ewropayê ev hejmara welatiyan dikeve hindik bû û li vir wek kêm bawer dimînin. Li gel vê hejmara wan hindik dîsa jî li qundên Qubînê cejnên xwe pîroz dikin yek ji vê cejnê jî ya Êzî ye. Li gel çiqas hejmara wan hindik mabe jî cejnê di kevneşopiya salên şên de di navbera hev de pîroz dikin. Îbrahîm Bulut, ji gundgê Êzîdiyan Texeriyê yê Qubînê ye. Lê niha ew li nava Qubînê dijî. Bulut, cejna hemû gelê Êzîdî pîroz kir u diyar kir ku ew her tim xwe wek kêm bawerî û netew dibînin. Bulut anî ziman ku 5 hezar sale li ser xaka Mezopotamya yê dijîn û got ew gelê herî qedîm yê xaka Kurdîstanê ne. Bulut, axaftina Serokwezîrê Tirk Erdogan a ku li Xarpêtê kiribû rexne kir û wiha got: “Ger ku Erdogan nizene Êzîdîtî çi ye bila were ez fêrî wî bikim. Bila were ez ê jê re bêjim ku çiqas xwedî dîrokek qedîm û direj e. Em gelekî 5 hezar sal in. Em ne bê ol in.”

Ji kalan heta neviyan

Alî Kartal (65), ji kesayetek pêşiyê Êzîdiyan tê, ew niha li gundê Şasim ê Qubînê jiyan dike û ew wek Şêx an jî Pîrê Êzîdayan tê nasîn. Kartal, da zanîn ku li gel ku hejmara wan wek hindik jî tê nasîn lê dîsa ew vê cejna kevneşopî ya bi hezar salane didin jiyandin û pîroz dikin. Kartal, ev tişt got: “Cejna Êzî cejna me ye. Em di van rojan de sewalan şerjê dikin û xwarinan amade dikin. Tenê ne Êzîdî tên ji gundên derdorê jî tên cejna me pîroz dikin.  Kesên ku tên cejna me em xwarina xwe diyarî wan dikin. Ev kevneşopî ne hatiye ji bîr kirin û her ku diçe tê jiyandin. Bav, kal û pêşiyê me hemûyan pîroz dikir. Dê piştî min zarok û neviyên min jî dewam bikin.”
Kartal, destnîşan kir ku ew berê pir bi pirsgirên nasname û alî re rû bi rû diman û got ew wek Êzîdî ji hemû gelê cîhanê re ji bo bawerî, nasname û netewan re rêz digirin. Kartal, anî ziman ku wan berê ji tu kesî re nikaribû bi awayekî aşkare behsa ol û îbadetên xwe bikirina û wiha got: “Me nikaribû çand, edet û kevneşopiya xwe bînin ziman. Sankî her kes bi me di keniya û tranê xwe bi dikirin. Berê me biçûk didîtin. Rêgezên me biçûk di nirxandin. Yanî bi rastî em di nava gel de nikaribûn bi axiviyan.” 

DÎHA/ÊLÎH